Nuriye Gulmen hat berdan 2018-07-07 12:52:58   ENQERE - Akademîsyen Nuriye Gulmen a di saetên şevê de hatibû binçavkirin, hat berdan.   Akademîsyen Nuriye Gulmen ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin û paşê bi daxwaza "ez karê xwe paşve dixwazim" tevî mamoste Semîh Ozakça li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi gerav birçîbûnê kir û 324 roja di grevê de mabû ya li Enqerê di saetên şevê de hatibû binçavkirin, hat berdan.     Hat diyar kirin ku Gulmen ji ber di doza bi hinceta “Mûxaleta Qanîna Hejmara 2911’an kirin” a derbarê wê de hatibû vekirin de, kêm îfade daye hat binçavkirin û serê sibê derxistin Edliya Enqerê. Dozger piştî îfadeya Gulmen girt, serbest berda.