Meclîsa DBP’ê li Amedê kom bû 2018-07-07 12:52:24   AMED – Endamên Meclîsa DBP’ê bi rojeva muhtemela hilbijartina herêmî ya pêşwext kom bû.    Endamên Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi serokatiya Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Salona Konferansê ya Rêxistina DBP’ê ya Amedê kom bûn. Hat zanîn ku DBP’ê bi rojeva encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê û muhtemela hilbijartina herêmî ya pêşwext kom bûye. DBP dê encama civîna xwe bi nivîskî ji raya giştî re parve bike.