Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene 2025-10-12 09:03:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Tirkiyeyê re berdewam in û got: “Qanalên vekirî hene. Dema hinek fikarên wan çêdibin bi me re parve dikin. Em dixwazin ev hevdîtin bidomin.”    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di bernameyeke taybet a bi Ronahî TV’yê de, li ser rewşa siyasî û leşkerî, mijarên hevdîtinên dawîn ên bi şandeyên Amerîka û Şamê re, rewşa koçberan û beşdarbûna HSD’ê ya artêşa Sûriyeyê re nirxand.    Mazlum Ebdî di serî de bal kişand ser hevdîtina bi şandeya Amerîkayê re û got: “Serdana birêz Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê CENTCOM’ê, serdanek girîng bû. Hem ji bo hevkariya bi HSD’ê û şerê li dijî DAIŞ’ê, hem jî ji bo diyaloga di navbera me û Şamê de tê meşandin, piştgiriya xwe nîşan dan. Rewşa Sûriyeyê, rakirina cezayê Qeyser, pêkanîna tifaqa 10’ê Adarê hatin nîqaşkirin. Her wiha di vê demê dawî de hevdîtinên me û Şamê hinekî rawestiya bûn. Em ê çawa van hevdîtinan xurt û bilez bikin, çawa karibin bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re, şerê li dijî terorê bimeşînin. Di van mijaran de civînek bi encam pêk hat. Bandora vê jî li hevdîtinên me yên roja din bi Şamê re çêbûn û bû bingehek.”   ‘CIVÎNÊN BI ŞAMÊ RE ENCAMGIR BÛN’   Bi domdarî Ebdî bal kişand ser civîna li Şamê û wiha bal kişand ser naveroka civînê: “Em dikarin bêjin rêzecivîn çêbûn. Şande bi Serok Şerî re civiyan, Wezîrê Karê Derve Şeybanî re civînek pêk hat. Me pêvajoya şeş mehên derbasbûyî nirxand, çima heta niha lihevkirin pêş de neçûye? Ya din jî em ê ji niha û pê ve çawa pêvajoya diyalogê pêş bixin. Me bi awayek vekirî bi hev re axivî. Ji ber wê jî encamgir bû. Di gelek mijarên esasî de me li hev kir. Helbet wê niha şandeyên me û wan di aliyê pratîkê de hevdû bibînin.   ‘BI ŞAMÊ RE LI SER AGIRBESTA EM GIHIŞTIN BIRYARÊ’   Di berdewamê de Ebdî diyar kir ku yek ji gavên herî erênî ya civîna li Şamê bi bi wezîrê parastinê û gerînendeyê istixbaratê re bû û wiha domand: “Em gihiştin biryarekî ku agirbesteke giştî û li hemû çeperan pêk bê. Agirbest yek ji benda esasî ya tifaqa 10’ê Adarê ye. Lê mixabin vê dawiyê di vê mijarê de gelek zêdegavî çêbûn. Ev bû sedem ku hêzên derveyî destwerdana mijarên me yên hundir bikin. Ya girîng jî ew e ku em van hevdîtinan di asta herî bilind de bidomînin. Mijarên weke destûrê, leşkerî, ewlekarî de jî nîqaşek çêbû. Her çendî di hinek mijaran de me bi temamî li hev nekiribe jî, me nêrînên hevdû fêm kir. Hinek mijaran de jî hevhatinek mebdeî çêbû, li ser vî esasî hevdîtinên me dikarin bidomin.”   ‘DI MIJARA SÛRIYEYA NENAVENDÎ DE LIHEVKIRINEK HEYE’   Ebdî, destnîşan kir ku wan berê jî gotibû ku ew Sûriyeyekê nenavendî dixwazin û ev tişt anî ziman: “Me ev nîqaş kir. Dibe ku em di mijarên mustelehatan de weke hev nafikirin, lê vînek heye ku em li ser naverokê li hev bikin. Li ser mijara nenavendîbûnê nêzîkbûnek hevbeş heye. Dê şandeyek Rêveberiya Xweser li bajarên Sûriyeyê bigere û pergala nû binêre. Dê nêrînên xwe jî bidin, di aliyê nenavendî û rêveberiyên herêmî de. Dê di mijara çêkirina destûrê de xebatek bê çêkirin. Lê em dixwazin destûra hatiye çêkirin, guhertin çêbin. Hinek bendên di peymana 10’ê Adarê de, di destûra nû de tune ne. Ew jî ne li dijî guhertinan in. Dê ev mijarê de nêzîkbûnek erênî heye, me gavek pêş de avêt.”   ‘EM LI BENDÊ NE KU DI ROJÊN PÊŞ DE DI MIJARA DESTÛRÊ DE HINEK GUHERTIN ÇÊBIBIN’    Ebdî, da zanîn ku gelek gav dê bi hev re bên avêtin û got: “Nêzîkatiyek li gel rayedarên Sûriyeyê heye, pêwîste hinek gav bên avêtin. Aliyê leşkerî girîng dibînin. Beşdarbûna HSD’ê ji artêşa Sûriyeyê de weke yekbûna axa Sûriyeyê dibîne. Em jî ne li dijî vê ne. Lê divê liser esasê Sûriyeyek ne navendî çêbibe. Em bawerin di dema pêş de, di mijara guhertina destûrê de hinek pêşketin çêbin.”   HSD DÊ ÇAWA ENTEGREYÎ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BIBE?    Di berdewama axaftina xwe de Ebdî bal kişand ser mijara entegrebûna HSD’ê ya nava artêşa Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Dema me peymana 10’ê Adarê îmze kir, mijara herî zêde me li ser nîqaş kir, me wê demê li hev kiribû. Me li ser beşdarbûna HSD’ê di artêşê de li hev kiribû. Me careke din li ser teqez kir. Ahmed Şerî jî ji vê re vekirî bû û ji nêrînên me re vekirî bûn. Me li ser beşdarbûnê li hev kir, lê helbet dê şande hevdîtinan pêk bînin û hûrgiliyan biaxivin. Ji bo me ya esasî ji bo keda hatî dayîn vala neçe, divê cihek layîqî xwe di artêşê de bigire, artêşa Sûriyeyê xurt bike û tirsa gelê me ji holê rake. Her kes jî dixwaze ji vê tecrubeyê sûdê wergire, wezîrê parastinê jî diyar kir ku pêwîstiya wan bi xibreta HSD’ê heye. Di vî alî de lihevkirinek çêbû. Dê di demeke kurt de şandeya me ya leşkerî here gel wezareta parastinê û vê nîqaş bikin.   Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî wekî HSD’ê jî beşdarî hêzên ewlekariya hundirîn a Sûriyeyê bibin. Me tecrubeyek ji Şêxmeqsûdê jî girt. Dê ev pêvajo jî dest pê bike. Dê şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li gel HSD’ê here Şamê û vê mijarê nîqaş bikin. Li ser hûrgiliyan nîqaş bikin.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê    Mazlum Ebdî, daxuyand ku koalîsyona navneteweyî ji wan re gotiye “me bi awayekî fermî ji dewleta Sûriyeyê xwest ku beşdarî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibin” û wiha pê de çû: “Li gorî me fêm kirî Şam erênî lê dinêre. Di civîna Hesekê de jî hinek daxwaz ji me hatin kirin. Me jî guncav dît. Mijara girtîgehan de, kampa Holê, malbatên DAIŞ’ê, bi alîkariya hêzên Amerîkî yekîneyek hevbeş li dijî DAIŞ’ê. Heta niha ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînek li dijî DAIŞ’ê dihat meşandin, niha dê bibe netewî û li ser asta Sûriyeyê.”   VEGERA LI EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPΠ   Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku wan di civînên dawî de li ser rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din axivîne û got: “Hîna hinek pirsgirêkên ewlehiyê hene. Lê dem hatiye ku vegerek rêxistinî çêbibe, metirsiya gel heye. Civînê de jî hate pejirandin ku êdî veger çêbibe. Di rojên pêşiya me de dê xebatek ji bo vegera gelê me yê Efrînê çêbibe, divê gelê me yê Efrînê jî xwe ji vê re amede bike. Her wiha rewşa Girê Spî û Serêkaniyê jî di rojevê de ye. Heman demê de kesên ji herêmên me jî koçber bûne hene, em mîsogeriyê didin wan jî ku vegerin cihê xwe.”    REWŞA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ    Ebdî, wiha domand: “Herkes dizane ku herdû tax ji bo Helebê tu caran xeteriyê çênakin. Îdayên di vê mijarê de tên kirin ne rast in. Ji ber wê jî yek ji xala girîng xala agirbestê bû. Hinek hêz li Helebê provakasyonê çêdikin. Raste bi tenê di nava Helebê de ne, lê doza herkesî ye. Çareseriya herî baş pêkanîna hevpeymana Nîsanê ya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Ez jî berxwedana gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz dikim. Ji herkesî re dan nîşan ku dikarin xwe biparêz in.”   PEYMANA 10’Ê ADARÊ    Ebdî, diyar kir ku rayedarên Şamê ji wan re dibêjin ku di mijara Kurdî de pirsgirêka wan tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Di peymana 10’ê Adarê de jî hebû, lê hîna neketiye pratîkê. Ya girîng pratîk e. Pêwîste destûr were guhertin, di wir de bê diyarkirin. Dîsa mijara ziman û perwerdeyê heye. Lê bi giştî nêzîkatiyek erênî heye. Ew jî bi rêya şandeya Kurdî çêbibe, şande here Şamê û nîqaş bike. Ew jî amedekariya xwe dikin. Em li ser kar dikin ku demek kurt çêbibe.”   ‘HEVDÎTINÊN ME BI TIRKIYEYÊ RE HENE’    Mazlum Ebdî, destnîşan kir ku di hevdîtinên bi Şamê re de li ser rola Tirkiyeyê jî axivîne û got: “Divê Sûrî-Sûrî mijarên xwe çareser bikin. Raste hinek dewlet hene garantorî dikin, lê wisa destwerdan nayê pejirandin. Tirkiye dikare rolek erênî bilîze, bandora wê li ser Sûriyeyê nayê înkarkirin. Berjewendiyên wan jî bên dîqetkirin. Di navbera me û Tirkiyeyê de qanalên vekirî hene û em hêvî dikin demê pêş de zêdetir pêş bikeve.”