Kana ku piştî Wezaretê di 2013’an de girt 3 hezan pêk hatine 2017-10-18 09:53:30 ŞIRNEX – Li Kana Komirê ya Hejmara 1’emîn a Şirnexê di 17'e Cotmehê de hezan pêk hat û 7 karkeran jiyana xwe ji dest da, karkerek bi giranî birîndar bû. Wezîrê Enerjiyê û Walîtiya Şirnexê daxuyanî dan gotin: “Kana komirê ya qeza lê çêbûye di sala 2013’an de xebata wê hatiye rawestandin.” Hat zanîn ku di heman kana komirê de piştî 2013’an 3 hezan pêk hat û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.  Li Kana Komirê ya Hejmara 1’êmîn a 5 kîlometre dûrî Şirnexê di 17'ê Cotmehê de hezan pêk hat û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di hezanê de karkerên bi navê Mehmet Îzer, Sevkan Ustun, Yilmaz Magrur, Mesut Magrur, Vedat Ozden, Ramazan Ugur û Abdullah Kayaş jiyana xwe ji dest dan. Ugur Kabak ê di heman hezanê de birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dermankirina wî didome.    WALÎTÎ PKK’Ê ÎŞARET DIKE GELO?   Piştî bûyer pêk hat Wezîrê Enerjî û Walîtiya Şirnexê li pey hev têkildarî hezanê daxuyanî dan. Wezîrê Enerjiyê wiha got: “Kana komirê ya qeza lê çêbûye di sala 2013’an de xebata wê hatiye rawestandin. Karê li wir qaçax karek qaçax bûye. Ruhsata wê tune ye.”  Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê jî dişibe ya Wezaretê û heman daxuyanî dubare kir û di daxuyaniyê hat gotin ku aliyên “rêxistinên terorê” tên lêkolînkirin.    BERÊ JÎ LI KANA KOMIRA ‘QAÇAX’ 3 HEZAN ÇÊBÛNE    Ev bûyera hezanê ya kana komirê ku Wezaret û Walîtî jê re gotin “qaçax” hat zanîn ku ev ne bûyera yekemîn e. Di heman kanê de di sala 2014 û 2015’an de jî 3 hezan çêbûne, 3 karker jiyana xwe ji dest dane û 8 karker jî birîndar bûne. Bi vê bûyera hezanê re li kanên komirê yên Şirnexê heta roja îro hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dane derket 15 kesan û 16 karker jî birîndar bûne.    Di 3 salên dawî de li herêma Şirnexê hezanên pêk hatine wiha ne:    “ – Li kana lînyît a gundê Toptepe di 1’ê hezîrana 2014’an de hezan pêk hat karkerê bi navê Îbrahîm Saganak (30) jiyana xwe ji dest da û 7 karker jî bi birîndarî ji bin hezanê hatin rizgarkirin.    - Di 11’ê hezarîna 2014’an de li kana lînyît a sektora taybet a li gundê Kemerlî ji ber teqandina gazê hezan pêk hat û karkerên bi navê Ahmet Baysal, Emîn Baysal û Selahattîn Uçar jiyana xwe ji dest dan.  adlı işçiler yaşamını yitirdi.    - Di 18’ê hezîrana 2014’an de li kana lînyîtê ya sektora taybet a li qûntarê Çiyayê Cudî hezan pêk hat û Musa Seven (47) jiyana xwe ji dest da.    - Di 4’ê îlona 2014’an de li kana komirê ya gundê Toptepe di encama rijandina hafriyatê de karker di bin axê de man û ji karkeran Mehmet Magrur (39) û Saît Bercen (44) birîndar bûn û Sabri Magrur (50) jî jiyana xwe ji dest da.    - Dîsa di 9’ê îlona 2014’an de li kana komirê ya li herêma Toptepe hezan pêk hat karkerê bi navê Mehmet Ata Kutlu (36) bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Kutlu li gel hemû mudaxeleyên tibî jî jiyana xwe ji dest da. 6 karker jî bi derfetên bi awayekî birîndar xwe rizgar kirin.    - Di 26’ê cotmeha 2015’an de li derdora gundê Kemerlî li kana lînyît a ji aliyê sektora taybet dihat xebitandin hezan pêk hat karkerê bi navê Halîl Atak (49) bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.