23 kes li Dîlokê hatin berdan 2018-07-07 10:04:12   DÎLOK – Li Dîlokê 23 kesên piştî îstîsmarkirina zarokan bi îdiaya “Dê pevçûn derxin, di civakê de alozî, rageşî û rê li ber hêrsê vekin” hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li taxa Hoşgor a Şahînbey a Dîlokê du roj berê R.C. yê 60 salî li parke îstîsmarî zarokek kiribû û pişt re bûyer qewimîn. Di bûyerê de 23 kesên bi hinceta “Dê pevçûn derxin, di civakê de alozî, rageşî û rê li ber hêrsê vekin” hatibûn binçavkirin hatin berdan. Dozgeriyê ji bo van kesan biryara tedbîra edlî da.    R.C. yê derxistin Edliya Dîlokê hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.