Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-10-09 14:01:56   ŞIRNEX - Mehmet Salih Erden ku piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.    Mehmet Salih Erden ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin û piştî 30 salan hate berdan, bi girseyî hate ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (TUHAD-DER) û bi tevlibûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kesan hate kirin. Di têketina navçeyê de bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre bi konvoyekê derbasî mala malbata Erden a li Taxa Turgut Ozal a li Hezexê.    Wekîlê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di serdanê de axivî û got: “Çavên malbatê ronî bin. Gelê Kurd li zindanan û her derê berxwedaneke mezin raber kir. Bi vê berxwedanê em gihiştin van rojan. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê berxwedana me bidome.”    Mehmet Salih Erden jî keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Ez îro li derve me lê nîviya min li pişt wan dîwaran ma. Heta hemû hevalên me yên di nava çar dîwaran de derdikevin û Rêbertiya me ji hêla fîzîkî ve azad dibe bila kesekî li derve nebêje ez azad im. Heta hemû hevalên me tên berdan dê berxwedana me bidome. Tevahiya keda me ji bo welatekî azad e. Rojên azad ji her demê bêhtir nêz in. Me bedelên giran dan lê azadî nêz e.”    MEHMET SALIH ERDEN KÎ YE?   Mehmet Salih Erden, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin û piştî 30 salan duh bi şev hate berdan. Erden, di sala 1995’an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate binçavkirin, di Dadgeha Ewlekariya Dewletê de hate darizandin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Di 11’ê Çileya 2025’an de tehliyeya wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Di pêvajoya 30 salan de Erden li girtîgehên Amed, Ordu, Sêrt, Erzirom, Oltu û Gumuşhaneyê hate ragirtin.