‘Di doza Yuksekdag de tenê fezlekeya polîsan heye' 2018-07-07 09:13:43 ENQERE – Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag ku girtî tê darizandin duh li Enqere hat dîtin. Prz. Ruken Gulagaci, diyar kir ku doza hatiye vekirin tenê ji fezlekeyên ku polîsan amade kiriye pêk tê. Gulagacî, anî ziman ku Yuksekdag, ji ber axaftinên xwe wekî rêveberî û endamtiya rêxistinê tê darizandin û ev yek nayê qebûlkirin.    Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, duh li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Yuksekdag bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê", “Propaganda rêxistinê" û “Muxalefeta meş û xwepêşandanan kiriye" bi daxwaza ji 30 sal heta 83 salan tê darizandin.    Parêzera Yuksekdag Prz. Ruken Gulagaci,  bal kişand ser pêvajoya darizandinê û wiha got: "Heta niha der barê Yuksekdag de nêzî 30 doz hatin vekirin. Danişîna yekemîn di 4'ê Tîrmeha 2017'an de hat dîtin. Ji wê rojê heat niha Yuksekdag li ser îdîanameyê parastinê dike. Heta niha 8 doz bi doza sereke ya Yuksekdag re kirin yek. Di doza sereke ya Yuksekdag de 9 doz hene. Ji bilî doza sereke hemû dozên din li dijî mafê destnedayîna Yuksekdag in. Hemû axaftinên wê li meclîsê hatine kirin. Axaftinên li meclîsê kirine doz û anîne hemberî Yuksekdag. Dîsa hemû dozên din ji axaftinên cuda pêk tên. Îdîanameyên ku dozger amade kirine tenê ji fezlekeyên polîsan pêk tên. Ji bilî fezlekeyên polîsan tiştekî din tune ye."   Prz. Gulagaci, anî ziman ku axaftinên Yuksekdag ên di KCD'ê de û 6-8'ê Cotmeha 2014'an de kirine li dosyayê zêde kirine û der barê Yuksekdag de nêzî 30-40 dosya hene û wiha got: "Wekî dosyayên der barê Selahattin Demirtaş de ye. Niha ij bilî fezlekeyên polîsan tu delîl tune ye. Îktidar Yuksekdagê dike hedef. Êdî hikûq ketiye bin piyan. Dozger ji bo dozê vekin êdî ketine pêşbirgê. Yuksekdag, ji ber jin û sosyalîst e û li gel tevgera siyaseta kurd cih digire dibe hedef. Ji ber ku mil daye HDP’ê dibe hedef. Di dosyayê de îdîayek şênber tune ye. Tenê her tişt li ser texmînan hatiye avakirin. Bi salan de daraza di bin kontrolê de van dosyayan bi rêve dibe. Hin caran dema em karê xwe dikin jî em dibêjin gelo em vî karî vala dikin. Lê dîsa em dibêjin pêwiste em vî karî bikin û nîşeyekê li dîrokê bihêlin.    MA / Berivan Altan