ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-09 09:00:02   * Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplanê got ku kurd û dostên wan, bi pêşengiya jinan, dê bi dirûşmeya "Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk azadî ji bo Ocalan" li gelek bajarên Ewropayê dakevin qadan.   * Dayikên Aştiyê ku di 9'ê Cotmehê de şahidê pêvajoya derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bûn, diyar kirin ku pêvajoya komployê ji bo wan "rojek tarî" ye.   * Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku komploya li dijî Abdullah Ocalan destpêka hewldanek ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navînê bûye û got: "Komplo bi dawî nebûye, Rêber Apo hîn jî dîl e."   * Profesorê Destûra Bingehîn Fazil Husnu Erdem ku komîsyonê lê guhdarî kiribû, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd got: "Divê tecrîda li ser Ocalan rabe, bikare bi kesên dixwaze re hevdîtinê bike û komîsyon bikare pê re hevdîtinê bike. Ev gavên biçûk in lê girîng in."    * Endamê OHD'Ê Mehmet Şîrîn Şahîn diyar kir ku girtî li gorî "sûc" tên tecrîdkirin, di sala 2016'an de lîsteyeke hatiye amadekirin û kesên di vê lîsteyê de cih digirin rastî rejîmekî înfazê ya cuda tên.    * Danişîna doza xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û xebatkarê wê Delîl Zengeralp ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" tên darizandin dê il 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.20)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDΠ   * Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li gelek bajaran meş û daxuyanî bên dayin. (12.00-18.00)   * Platforma Saziyên Demokratîk dê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê dê ji Qada Şêx Seîd a Amedê heta Balikçilarbaşiyê bimeşe.  (16.30) ZINDÎ   * DEM Partî û TJA dê bi boneya salvegera komploya 9'ê Cotmehê, ji Yenîkapi ya Stenbolê heta Saraçhaneyê bi dirûşma "Na ji komployê re. Azadî ji Ocalan re" meşê li dar bixin. (18.00) ZINDÎ