Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar 2025-10-08 17:00:46   DÊRSİM - ÎHD ku bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Dêrsimê, ji bo piştgiriya têkoşîna ekolojîk bang li her kesî kir.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê, têkildarî texrîbata ekolojik a li bajêr a ji ber porjeyên madenan, înşeatên HES'an, texrîbata daristanan û qirêjkirin derdorê, li avahiya komeleyê daxuyaniyek da.    Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl, anî ziman ku ew dibînin ku heyînên xwezayî, qadên pîroz , jiyanê ji bo berjewendiyên bazirganî bi awayekî sîstematîk tên tunekirin. Nûrşat Yeşîlê got: "Îro li Sekasûr, XOzat, Pulur, Cevîzlîdere, Sîn, Geyîksûyû, Îksor û Pilemûriyeyê û gelek deverên din xweza bi projeyên sermayeyê hatiye dorpêçkirin."   Nûrşat Yeşîlê bilêv ir ku li herêma Sekasûrê tevî ku gundî naxwazin jî li qada daristanî hewldanên avakirina tesîseke opê hene û got ku li vê herêma ku di navbera ziyaretên Sûltan Xidir û Agûçanê de ye û çavkaniya avê ya gelek gundan e, her cure mudaxile dê gefê li jîngehê, cihên baweriyê û mîrateya çandî bixwe.    Nûrşat Yeşîlê bal kişand ser xebatên madenê tên li Pilemûriyeyê, santrala hîdroelektrîkê (HES) a li Çemîzgezekê û Alîbogaziyê ku zirarê didin qqadên pîroz û kaniyên avê jî.    Nûrşat Yeşîlê destnîşan kir ku wêrankirina ekolojik a li Dêrsimê bi plankirî tê kirin û got ku ev proje tenê zirarê nadin jşngehê, di heman demê de mafên mirovan jî binpê dikin.    Nûrşat Yeşîlê i bo piştgiriya têkoşîna ekolojîk bang li her kesî kir.