‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’ 2025-10-08 10:52:39   NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got ku bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dê komplo bi temamî vala derkeve û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê; KCK’ê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê yek ji operasyonên herî tarî ya dîrokê ye û bi xeta berxwedanê ya 27 salan re komplo vala hatiye derxistin. KCK’ê, di şexsê Halît Oral, Nûrten Artan û Selamet Menteşê de hemû kesên di çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û negihije.    Bi domdarî KCK’ê diyar kir ku DYA, Ingilistan û Îsraîlê ji bo berjewendiyên siyasî û aborî, bi aşkerayî hiqûq û nirx binpêkirine û piştgirî dane polîtîkayên qirkirinê yên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd. KCK’ê, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çûna Ewropayê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendek daye lêbelê bi komployê ve bersiva vê hewldanê hatiye dayin.    'DIVÊ DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE BI ROLEKÎ ERÊNÎ RABIN’    KCK’ê bi domdarî wiha got: “Gelek hêz tevlî nava komploya navneteweyî bûn, ku her yek ji wan xwedî berjewendiyeke cuda bûn. Lê belê yek ji armancên bingehîn ên komploya navneteweyî derxistina şerê navbera Kurd û Tirkan bû. Hêzên navneteweyî xwestin li Rojhilata Navîn şerekî di navbera Kurd û Tirkan de bidin destpêkirin û bi vî rengî serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn salên dûr û dirêj dewam bikin. Hêzên komploger bi komployeke navneteweyî bersiv dan hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi vî rengî armanca xwe bi şênberî nîşan dan. Ji xwe dewletên Ewropayê û hêzên din hîn jî bi rengekî cidî piştgiriyê nadin çareseriya pirsgirêka Kurd, berevajî vê yekê di neçareseriya pirsgirêka Kurd de hewldanên vekirî û veşartî dimeşînin. Ev yek jî radixe pêş çavan ku ev polîtîka îro jî dewam dike. Di salvegera komployê de em dibêjin, hêzên ku tevlî vê komployê bûn dest ji van armancên xwe berdin, komployê dewam nekin, rexnedayina xwe bidin, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke pozîtîf rabin.”   BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ    KCK’ê, destnîşan kir ku bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dê komplo vala derkeve û got: “Rêber Apo ku armanca komploya navneteweyî dît, giranî da ser jinûve sererastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan. Înkar ji holê rakir û li şûna cihêkariyê jiyana li welatekî hevpar a di nava yekitî, wekhevî û demokratîk de destnîşan kir. Li gel tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya ku 27 salan di pêvajoya Îmraliyê de lê hate ferzkirin, di vê helwesta xwe de israr kir, ji bo vê têkoşiya. Pêvajoya ku îro bi navê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' destpê kir, encamek ji vê hewldan û têkoşîna Rêber Apo ye. Lewma bi serxistina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' re wê armancên komploya navneteweyî bê pûçkirin, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bê pêkanîn. Berpirsyariyeke dîrokî ya gelê me û hêzên demokrasiyê ye ku vê rastiyê baş fêhm bikin û piştgiriyê bidin hewldanên Rêber Apo yên ji bo jinûve seerastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di vê çarçoveyê de ji bo serketina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' em bang dikin ku hevgirtina xwe hîn bi pêş ve bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin.”   'BI HEMLEYÊ RE DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YE’   KCK’ê bi bîr xist ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” dikeve sala 3’yan û axaftina xwe wiha qedand: “Em dikevin salvegera duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku weke parçeyek ji têkoşîna li dijî komployê destpê kir. Bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî re gelên cîhanê, hêzên sosyalîst demokratîk, jinan û mirovahiya pêşverû azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd weke armanceke bingehîn a têkoşîna navneteweyî ya mirovahiyê destnîşan kirin û dest bi vê pêngavê kirin. Vê têkoşînê encamên mezin afirand û wê hîn jî biafirîne. Bi wesîleya salvegera Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî em careke din silav û hurmetên xwe pêşkêşî hemû dostan dikin ku ev têkoşîn dan destpêkirin û piştgiriya wê kirin. Bêguman serketina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk', wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Lewma em dibêjin, di sala sêyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn. Divê ev yek weke armanca bingehîn bê dîtin û li ser vê bingehê têkoşîn li her derê bê bilindkirin."