Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê 2025-10-06 10:15:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Îsmet Konak, bîranînên Mîralayê Rûs P.A. Tomîlov ên sala 1904’an der barê gera bajarên Kurdistanê û demografî, sosyolojî û mîmarî û zimanên ku li Amedê dihate axaftin wergerand.      Di sedsala 19’emîn de bi armanca Çaristana Rûs ew bû ku Kurdistan û hêmanên Kurdî vekole û li erdnîgariya Kurdistanê serdest be. Di vê çarçoveyê de gelek lêkolîner û efserên Rûs li ser Kurd û Kurdistanê gelek çavdêriyên girîng nivîsîn. Mîralayê Rûs P. A. Tamîlov di sala 1904’an de li Kurdistanê digere. Di gera xwe de nexasim li ser “Wîlayeta Amedê” çavdêriyên xwe nivîsand. Dîroknas Dr. Îsmet Konak, çavdêriyên Tomîlov bi dest xist û beşek jê ji bo ajansa me ji Rûsî wergerand. Tehlîlên akademîsyen Konak ên têkildarî wergerê wiha ne:    “Dîroka Kurd ji bo me gelekan hêj ‘occultus’ (nepen) ye. Kurdistan wek wareke dîrokî li benda lêkolînê ye. Piştî helandina berfê berhemdariya axê wê derdikeve holê. Di demên dawî de belgeyên girîng ên Rûsya yên der heqê Kurdistanê de derdikeve pêşiya me. Li Împaratoriya dagirker a Çaristana Rûsyayê de Kurdan her tim bala wan kişandiye. Mîralayê Rûs P.A. Tomîlov di sala 1904’an de hatiye bakurê Kurdistanê û li ser hinek bajaran çavdêrî nivîsîye. Tomîlov, leşkerekî ku Tirkiye û Kurdistan baş dinasiya. Di sala 1915-16’an de tev li Muharebeya Erziromê bûye. Ji ber ber ciserata wî ya şer ji bi fermana Çar ê II’emîn Nîşaneya Azîz George ya Pileya 4’an wergirtiye. Di gera Tomîlov a ji bo Kurdistanê de bajarê ‘Wîlayeta Amedê’ bala wî kişandiye. Beşeke girîng ji çavdêriyên Tomîlov wiha ye:   TIRK JÊ RE DIBÊJIN ‘AMÎDA-REŞ’   ‘Tirk jê re dibêjin Amîda-Reş’. Bajarê ji ku ji kevirên reş ên bazalt ên Qerejdaxê hatiye avakirin, bi tevahî reş e, diwarên bajêr reş in, xaniyên bajêr reş in, kolanên wî reş in. Li Tirkiyeyê her tim li ser vê teşbîhek heye; Kûçikên Amedê reş in û dilê gelê wî jî reş e. Hejmara kûçikên wê pir in û piraniya wan reş in.     AVA BAJÊR JI QEREJDAXÊ TÊ   Qirêjiya bajêr bi awayeke aşekera xuya dike. Heta niha bajarê ku min dît tenê Şûşter (girêdayî eyaleya Hûzîstan a Îranê ye), paqijiya wê ji Amedê kêmtir bû. Kuçeyên wê ên teng tije qêrî ye. Kûçîk û pisîkên mirî bi rojan li nava kuçeyan tên hiştin. Tenê avake wê ya paqij heye. Ava bajêr ji qûntara Qerejdaxê tê. Av berî ku bighîje bajêr, bi rêya boriyan li malan tê belavkirin. Piraniya xaniyên bajêr du qat in. Bajarê ku piraniya xaniyên wê bi kevirên reş hatina lêkirin û bi hewş in. Tenê pacên qatên duyan ên xaniyan li kuçeyan dinêre. Ev pencere jî bi caxên darîn ve hatine girtin.    KOKA ZAZAKÎ   Hejmara giştî ya şêniyên bajêr dora 35 hezaran e. Ji van jê 18-19 hezar Mesihî û 16-17 hezar hî Misilman in. Li Amedê gelek Tirk jî dijîn û berê Mesîhî bûn pişt re bûne Misilman û Tirkî fêr bûne. Li bajêr Kurd jî dijîn gelek ji wan bi Tirkî dizanin. Li bajêr Zaza jî hene ku gelek serbixwe û mirovên Kurdan in. Koka zimanê wan Kurdî ye lêbelê ji Kurmancî cihê ye. Zazayên derveyî bajêr dijîn piraniya wan di bin Senceqa Diyaberkir de dijîn.     ŞÊNIYÊN AMEDÊ    Hejmara şêniyên Mesîhî piranî Ermen in: Jê 13 hezar Geregoryen, 850 Katolîk û 1.200 jî Protestan in. Mesîhî yên din wek Yaqûbî 1.300, 1.100 Keladaniyên Katolîk, 250 Ortodoks Rûm, 150 Katolîkên Suryanî û 50 Melkît (Rûm Uniat) lê dijîn. Wekî din kêmek Cihû û Êzîdî li bajêr dijîn.    BABÎLA RASTÎN   Amed, piştî hilkişandina barûyê Babîla rastîn tîne bîra mirov. Liv ir Tirkî, Kurdî, Erebî, Zazakî, Ermenî, zaravayê Suryanî ya Nû tê axaftin. Gel bi piranî bi Kurdî diaxivin, çîna jor jî bi Tirkî diaxive. Gundewarên Amedê piranî bi Kurmancî û bi Zazakî diaxivin.”