Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin! 2025-10-06 09:37:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku dûrî çareseriya demokratîk disekine, hewl dide li Sûriyeyê bi destê HTŞ û êşîran li dijî Kurdan şer derxîne. Tirkiye ku Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Kobanê xistiye hedefa xwe, xebatên xwe yên îstîxbarî kûr dike.     Tevî gavên aliyê Kurd di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demkratîk de av^tin jî heta niha zemîneke siyasî û hiqûqî ji hêla dewlet û îktîdarê ve nehatiye avakirin. PKK’ê, di kongreya 12’an de biryara fesixkirinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Lêbelê ji bo cîbicîkirina biryarên kongreyê heta niha tu şert nehatine avakirin. Tirkiye ku gavên şênber naavêje, li hêla din statuya Kurdan a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê bi dest xistî hedef digire. Di serî de Serokkomar Erdogan, AKP’î gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.    Tirkiye ku di xeta li ser Hindistan, Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Yewnanistanê û di “jinûveavakirina” Sûriyeyê de tu par jê re nehate veqetandin, tevahiya xebatên xwe yên dîplomasî û îstîxbaratê ji bo astengkirina statuya Kurdan xerc dike û bi destê rêveberiya Şamê ya di bin kontrola xwe de hewl dide hebûna xwe ya li qadê bidomîne. Bi hevdîtinên yekser yan jî neyekser ên bi şandeyên DYA, Ingilistan û Erebistana Siûdî yên li Şamê dimînin re hewl dide pêşiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire û qet nebe Dêrazor, Reqa û Tebqayê ku ji hêla petrol, gaz û avê ve cihên dewlemend in ji bin kontrola Kurdan derxîne.    ZEMÎNA ÊRIŞAN TÊ AMADEKIRIN    MÎT jî di serî de noqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li nêzî xetên eniyan noqteyên çavdêriyê, noqteyên êrişan û noqteyên muhîmatê çêdike û der heqê Kobanê, Eyn Îsa, Derhafir û Hesekê agahiyan kom dike. Di heman demê de tê gotin ku li Dêrazor û Hesekê “sîxûran” bicih dike. Li hêla din bi destê hucreyên DAIŞ’ê yên li van herêman re li dijî kesayetên nêzî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan dide kirin. Tenê bi vê jî bisînor namîne, di heman demê de li herêmên Rêveberiya Xweser bi destê komên hucreyan li gelek qadan û herêman “fealiyetan” plan dike. Di hinek hevdîtinan de hewl dide eşîran li dijî Rêveberiya Xweser sor bike.    Balkêş e ku di vê pêvajoyê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgereke keşfa leşkerî ya zêde heye. Ber bi Heleb, Dêrazor, Tişrîn, Girê Spî ve sewqiyat tê kirin. Ji endamên eşîrên li herêma Dêrazorê yên li dijî Rêveberiya Xweser hatine sorkirin, çek tên peydakirin.    LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HESABÊN KÛR    Li hêla din, li Efrînê ku ji sala 2018’an heta niha di bin dagirkeriyê de ye jî 10 noqteyên leşkerên Tirk lê diman hatin valakirin. Tê gotin ku çekên giran li aliyê din ê sînor ê Tirkiyeyê hatin bicihakirin. Her çend hatibe îdiakirin ku ev herêmên hatine valakirin dê radestî Şamê bên kirin jî, tê gotin ku armanca ji vê ew e ku bajar bixij bin koorîndeya xebatkarên MÎT’ê yên bi unîformayên HTŞ’ê. Lêbelê krîza li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de her ku diçe kûr dibe. Bi taybet jî li herêmên weke Minbicê û derdora wê bûyerên kuştin, talankirin, koçberkirin û teqînan roj bi roj zêde dibin. Ev rewş jî pevçûnên di navbera HTŞ û hinek eşîrênl li herêma Holê de zêde dike.    Agahiyeke din jî ew e ku HTŞ ji bo li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriyê de veke, amadekariyan dike. Bi vê mebestê jî navên hinek saziyan hatine guherandin, hinek navend hatine rakirin û girêdayî hinek saziyan hatine kirin. Tê gotin ku nûnerekî HTŞ’ê yê girêdayî Wezareta Karên Hundir jî hatiye bajar û ji komên girêdayî HTŞ’ê xwestiye ku têkiliyên xwe yên bi xelkê herêmê re baş bikin û ferman da ku bikişînin nav refên HTŞ’ê.    ÊRIŞÊN PLANKIRÎ NE   Liv û tevgera li Babê jî balê dikişîne. Hat zanîn ku Tirkiyeyê bi HTŞ’ê re hevkarî kiriye û li ser deriyê Bab el-Havayê çek û muhîmat veguhestiye Humsê, ev li fakûlteya leşkerî bicih kiriye û li herêman belav kiriye. Li gorî agahiyan, di demên dawî de gelek teqwiye ji tumenên 66’emîn û 86’emîn ên bajarê Humsê re hatine şandin. Liv û tevgera van her du tumenan a li eniya Dêrazorê û Reqayê jî zêde bûye. Tê xwestin ku bi destê eşîran li van herêman zemîna pevçûnan were amadekirin. Tê gotin ku di vê çarçoveyê de, ji bo planên êrişan pêşkeşî odeyên çalakiyan ên eşîran re bên kirin û ji bo diyarkirina hedefan, bi wan re civînên rêk û pêk tên kirin. Bi van planan jî tê xwestin ji herêma Dêrazor û Derhafirê heta Bendava Tişrînê êrişeke bejahî bidin destpêkirin. Wisa tê texmînkirin ku êrişên di demên dawî de yên komên girêdayî hikûmeta navendî yên li dijî Tişrînê jî parçeyeke vê planê ye.    Komên girêdayî hikûmeta navendî yên weke Ehrar el Şerqiye û Lîva Tevhîdê, di bin navê “ewlehiyê” de li dijî HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operayonan kirin. Tê gotin ku amadekarî jî ji hêla hucreyên li herêmê yên piştgiriyê didin wan û bi rêya DAIŞ’ê tê kirin. Weke destpêk jî tê xwestin Reqa û Kobanê hedef bên girtin.    MA / Erdogan Altan