Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be 2025-10-05 13:52:39   AMED - Siyasetmedar û parlamenetera berê ya HDP'ê Feleknas Ûca bi peyamekê piştgirî da meşa bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku 1'ê Cotmehê ji Amedê destpê kir û ber bi Enqereyê ve didome.   Peyama Feleknas Ûca bi vî rengî ye: "Bi pêvajoya aştî, demokrasiyê re, em pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kiriye, weke jin bi fikrê jin a azad bi hev re, veguherînin azadiya Rêber Apo. Ji bo jiyaneke azad a bi hev re, em têkoşîna wî hîn mezin bikin. Ne tenê bi hêvî, divê em bi giranî bi azadiyê nêzî vê meseleyê bibin. Çawa ku netewe ji bo azadiya Rêber Apo pêşengiyê dikin, ji bo me jî ji bo rêveçûn û serketina vê pêvajoyê divê azadiya Rêber Apo pêk were. Em careke din têkoşîn û berxwedana we silav dikin. Em bi hêvî ne. Hêvî bi azadiyê, azadî jî bi têkoşînê pêk tê."