Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin 2018-07-06 18:35:02   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hersê girtiyên din, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayêd abûn. Serdozgeriyê serlêdana 83'yemîn a malbatan red kir.    Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê çêbikin û malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ku di heman girtîgehê de ne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir. Malbatan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 83 caran serî li dozgeriyê dane, lê belê serdozgeriyê serlêdanên malbatan hemû red kirin.