Îranê girtiyekî kurd bi darve kir 2025-10-05 11:58:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê girtiyê siyasî kurd Saman Mihemedî yê xelkê Sine bi darve kir.   Girtin, îşkence û darvekirinên rejîma Îranê ya beramberî azadîxwaz, welatparêz û çalakvanên Kurd berdewamin. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî darvekirina girtiyek siyasî yê kurd de agahiyan belav kir.   Hate diyarkirin ku duh girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî yê xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Qizlihesar ya Kerecê bi şêweyek veşartî û bêyî dayîna mafê hevdîtina dawî ya li gel malbatê, hate bidarvekirin.   Rêxistinê da zanîn ku girtiyê siyasî Saman Mihemedî bi tometa ‘çekdarbûn û endambûna komên dijberiya Îranê’ hatiye darvekirin.   Saman Mihemedî Xeyarî yê 35 salî di sala 2013’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin û zêdetirî 4 salan li girtîgeha Evîn a Tehranê di hucreya yek kesî de hate girtin û ji bo îtîrafa bi zorê rastî êşkenceyek tund a fîzîkî û derûnî hat.   Piştre ji aliyê şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Îslamî ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Selewatî bi tometa ‘çekdarbûn û endamtiya komên dijî Îranê’ bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.