Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin 2025-10-05 11:59:34 ÎZMÎR - Abdullah Yilmaz ku piştî 30 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Bûca Kiriklar hat berdan, diyar kir ku ew xwedi lı banga Abdullah Ocalan dertê.  Abdullah Yilmaz (62) piştî 30 sal û 3 mehên di girtîgehê de, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklarê ya Bûca ya Îzmîrê serbest hat berdan. Yilmaz li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe û rayedarên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mehkûman re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) ve hat pêşwazîkirin.   Yilmaz li ber girtîgehê bi çepikan hat pêşwazîkirin û dû re axivî. Yilmaz diyar kir ku hevalên wî yên girtî moralê wan bilind e û pêvajoya aştiyê dişopînin, baweriya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya xwe ji bo banga wî anî ziman. Piştî axaftina xwe, Yilmaz helbesteke kurdî ya ku wî nivîsandiye xwend û kevokeke spî ji bo sembola aştiyê berda.   ABDULLAH YILMAZ KÎ YE?   Abdullah Yilmaz di sala 1995'an de li Sêrtê hat binçavkirin. Piştre di darizandineke ku ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya li Êlîhê ve hat lidarxistin de cezayê muebedê lê hat birîn. Yilmaz li Êlih, Sêrt, İzmir, Sêrew û Rihayê di girtîgehê de maye.