‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’ 2025-10-05 09:52:54 ŞIRNEX- Rojnamevan Mervan Ozdemîr destnîşan kir ku aloziya li Herêma Federe ya Kurdistanê bûye sedema koçberiyê û got: "Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrariyê dibin sedema koçberbûna nifşekî ji welatên xwe."   Li Herêma Federe ya Kurdistanê di ser hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an a parlamentoyê de salek bihurî lê hêj hikûmet nehatiye damezirandin. PDK’ê 39, YNK’ê 23, Newê Nû 15 kursî derxist, lêbelê tu partiyekê jî ji bo damezirandina hikûmetê hejmara pêwîst a kursiyan bi dest nexist. Hewce bû ku PDK’ê, hikûmetek hevpeymanî ava bikira lêbelê li ser avakirina hikûmetê partiyên din re lihevkirinek çênebû. Berdevkê YNK’ê Karwan Gezneyî di 25’ê Îlona 2025’an de ragihand ku dê di demek nêzîk de kabîneyeke nû ya hikûmetê li Herêma Kurdistanê were avakirin, lê ev yek pêk nehatiye. Niha geşedanên ku dê bandorek demdirêj li ser herêmê bikin diqewimin, neavakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê jî bêîstîqrariyê gur dike.   Mervan Ozdemîr ê ku rojnamevanekî li herêmê ye, diyar kir ku têgihîştina atmosfera kampanyaya hilbijartinê ji bo fêmkirina çima hikûmet nehatiye avakirin pir girîng e. Ozdemîr rave kir ku li Hewlêr û Duhokê, ku PDK lê serdest e, li dijî kampanyayên hilbijartinê astengî çêkiriye, lê li Silêmaniyê, ku YNK jî lê bihêz e, hewl daye ku bi komkirina partiyên muxalefetê yên ji her mezinahîyê rêjeya dengên YNK’ê kêm bike. Ozdemîr diyar kir ku YNK’ê kampanyayek bihêz da destpêkirin û got: "Em ê rejîma otokratîk hilweşînin", lê ev gav serneket û PDK'ê desthilatdariya xwe winda kir. Herwiha Ozdemîr destnîşan kir ku muxalefeta li Silêmaniyê ya ji aliyê PDK’ê ve hatî rêxistinkirin û hewldana darbeyê ya li dijî serokê YNK’ê Bafel Talabanî jî bi vê ve girêdayî ye.    ‘PDK, DIXWAZE DI SIYASETÊ DE YNK’Ê TUNE BIKE’   Ozdemîr, diyar kir ku PDK armanc dike ku bi rêya muxalefeta li Silêmaniyê, YNK’ê ji holê rake û li wir serdest be û wiha pê de çû: "YNK’ê li dijî vê yekê helwesteke cidî nîşan daye. Hêza xwe ya niha ji helwesta xwe ya erênî ya piştgiriya yekîtiya neteweyî digire. Ji ber bûyerên wekî diyaloga erênî ya ku bi Şoreşa Rojava re danî û bersiva wê ya bihêz a vê dawiyê ya li hember banga rêzdar Ocalan, ew dibe hêzeke girîng. Yek ji sedemên herî girîng ên nekarîna avakirina hikûmetê ya niha ji xwesteka PKD’ê ya ji bo jiholêrakirina YNK’ê tê. PDK dixwaze desthilatdariya xwe ya 40 salî bidomîne. Rastiya YNK’ê ew e ku li dijî vê yekê radiweste."    ‘HIMÛMET NEYÊ DAMEZIRANDIN DÊ BI XWE RE QEYRANÊ BÎNE’   Ozdemîr diyar kir ku partî ji bo avakirina hikûmetê li benda hilbijartinên giştî yên Iraqê ne ku di dê di 11’ê Mijdarê de werin lidarxistin û partî bi hêviya bazarkirinê li ser bingeha encamên hilbijartinê û hilbijartinên serokatiyê tevdigerin. Ozdemîr, bal kişand ser encamên neyînî yên têkçûna avakirina hikûmetê û ev tiş got: "Gelê herêma Kurdistanê bi salan e mûçeyên xwe birêkûpêk wernagire. Têkçûna avakirina hikûmetê nîşan dide ku bernameyeke siyasî ya plansazkirî tune ye. Ji ber vê yekê, pêkhateyeke siyasî ku mafên gelê Kurdistanê li dijî Bexdayê biparêze derneketiye holê. Yek ji sedemên hemû pêşketinên neyînî, ji dagirkirina Herêma Kurdistanê bigire heta firotina petrolê û karmendên sivîl ku mûçeyên xwe wernagirin, têkçûna avakirina hikûmetê ye. Ev yek dibe sedema ku mirovên ku berê di gelek qirkirinan de koçber nebûne, koçber bibin. Gelê Kurdistanê ji bo statuya xwe bedelên giran da. Tenê 200,000 kes di Enfalê de hatin qirkirin. Cîhanê Helepçe bihîst. Herêma Kurdistanê tê wateya kesên ku li hember Sedam li ber xwe dan û bedel dan. Kesên ku ji bo xewnên îroyîn canê xwe feda kirin, dikarin bêyî ku careke din bifikirin van axan biterikînin. Têkçûna avakirina hikûmeta Kurdistanê qeyrana aborî tîne. Êrîşên dagirkeriyê, alozî û bêîstîqrarî dibe sedema ku nifşek ji welatê xwe koçber bibe."   ‘TECRÎDÊ BÊHNA PDK’Ê ÇIKAND’    Ozdemîr diyar kir ku PDK yek ji piştgirên herî mezin ên "planên hilweşîn û qirkirinê" bû ku bi hilweşîna "Pêvajoya Çareseriyê" ya di sala 2015’an de hatin bicîhanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger em îro behsa çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin, ev tê wê wateyê ku polîtîkayên PDK’ê, ku bi eşkereyî piştgiriya herî mezin da van êrîşên dagirkeriyê, jî hilweşiyane. Di encama van polîtîkayên tecrîdê de, êrîşên dagirkeriyê pêş ketin. PDK’ê piştgiriya herî mezin da. Îro, em dibînin ku PDK jî di bin tecrîdê de ye. Tecrîdê bêhna PDK’ê çikand."    'PKD’ÎYAN DÎWAR LÊKIRIN'   Ozdemîr, bi bîr xist ku avakirina dîwarê di navbera Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê de dest pê kiriye û got: "Parêzvanên Sînor ên Iraqê derbarê dîwarê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çêkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ti eleqeya wê bi Herêma Federe ya Kurdistanê re tune. Lêbelê, ev rastiyê nîşan nade. Parêzvanên Sînor ên Iraqê ji PDK'ê pêk tên. Ew in yên ku dîwar çêdikin. PDK dikare di gelek mijaran de Bexdayê bike dijber, lê dema ku hewldanek hebe ku birayên xwe yên ji sînorê Rojava xeniqînin bêdeng dimîne. Ger PDK li dijî avakirina dîwar derkeve, divê gavên li dijî wê bavêje. Ger nûnertiyek ji bo Rojava, ku tê tepeserkirin, li Hewlerê were vekirin û ger çapemeniya azad bikaribe li Hewlerê xebata xwe bike, wê hingê em dikarin bibêjin ku PDK xizmeta yekîtiya neteweyî ya Kurd dike. Niha, ev tenê gavên sembolîk in."   MA / Emrullah Acar