DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan 2025-10-03 13:34:20 ENQERE - Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê têkildarî girtiyên Doza Kobanê daxuyanî da. Komîsyonê, biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û DMME’yê bi bîr xist û got ku divê di çarçoveya van biryaran de hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan.    Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bal kişand ser biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bang kir ku hemû girtiyên siyasî yên ji ber Doza Kobanê hatine girtin, bêne berdan.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 17'ê Îlona 2025'an de (Civîna 1537.) bi bîr xist ku girtîhiştina Selahattîn Demîrtaş binpêkirina xalên 5 û 18'emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û ji Tirkiyeyê xwest, ku Demîrtaş tavilê berde. Di heman biryarê de hate ragihandin ku rakirina mafê destnedana parlamenteriyê yê Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din ên HDP'ê û girtina wan li dijî peymanê ye.   ‘DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN DOZÊ BÊN BERDAN’   DEM Partiyê diyar kir ku ne tenê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag her wiha hemû siyasetmedarên di Doza Kobanê de hatine girtin dikevin ber vê biryarê û destnîşan kir ku divê dawî li vê girtina bi neheqî bê anîn.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 8'ê Tîrmeha 2025'an de bi aşkera hate tespîtkirin ku girtina Demîrtaş bi nêzîkatiyên siyasî bû.   ‘HEVALÊN ME BERDIN’    Di daxuyaniya partiyê de wiha hate gotin: “Di serî de biryarên têkildarî birêz Demîrtaş û birêz Yuksekdag divê biryara DMME'yê ya têkildarî hevalên me yên din hatine dayin divê li ber çavan bêne girtin, her wiha biryara herî dawî ya DMME'yê ya 8'ê Tîrmeha 2025'an bê dîtin û li gorî biryara Komîteya Wezîran bi cih bê anîn û hevalên me bêne berdan."