Serokê TTB’ê Adiyaman: Darvekirin û xesandin ne çareserî ye 2018-07-06 15:22:45   ENQERE – Serokê TTB’ê Sînan Adiyaman rêbaza ji bo îstîsmarkirina zayendî dixwazin derbixin rexne kir û got: “Cezayê darvekirinê û xesidandinê ne çareserî ye.”    Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) têkildarî revandina zarok û îstîsmarkirina zarokan li avahiya navenda xwe giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê TTB’ê Sînan Adiyaman û endamên TTB’ê tev li bûn. Serokê TTB’ê Adiyaman di civînê de axivî û diyar kir ku yek ji peywîrên hekîman jî ew e ku pêşî li tundî û kuştina zarokan bigire û ji bo vê tabloyê ji holê rakin dixebitin.    Adıyaman got: “Yên nikaribin zarokên xwe biparêz in û di vê mijarê de ne xwedî hişmendî bin, mirov nikare behsa civakek xwedî tenduristî bike.”    DI 8 SALAN DE 31 HEZAR Û 337 ZAROK WINDA BÛN    Adiyaman bal kişand ser daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) û got: “Di navbera salên 2008-2016’an de 15 hezar û 399 jê zarokên keçik 26 hezar û 168 zarok û sala par hezar û 660 zarokên ji Suriyeyê winda bûn.”    ‘DARVEKIRIN Û XESANDIN NE ÇARESERÎ YE’    Adiyaman di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêşî girtina van kirinan pêşniyarên “darvekirin û xesandinê” ne çareserî ne her ku biçe dê ev pêşniyarî rê li ber xetereyê mezin veke û dê binpêkirina mafê mirovan biqewime.