Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e 2025-10-03 09:03:05   SÊRT - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê diyar kirin ku bê azadiya Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û gotin: "Kurdan hemû gavên pêwîst avêtine. Niha dora dewletê ye. Divê ew jî gavan biavêjin."   Pêvajoya ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, ket meha xwe ya heştemîn. Piştî vê bangê, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û di 12'ê Gulanê de biryara xwe ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî ragihand û di 11'ê Tîrmehê de jî merasîmeke şewitandina çekan li dar xist. Lêbelê, di vê navberê de, dewlet û partiya desthilatdar, ji bilî avakirina komîsyoneke li meclisê tu gavek ber bi demokratîkbûnê ve neavêtine. Gelê kurd radigihîne ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo berdewamiya pêvajoyê girîng e.   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê bertek nîşanî neavêtina gavan ji aliyê dewletê ve dan û destnîşan kirin ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin.   ‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN SERBEST BÊ BERDAN'   Endamê Meclisê Maşallah Işik Arslanê destnîşan kir ku kurdan hemû gavên pêwîst avêtine û got: "Niha dora wan e. Divê Rêber Apo azad bibe." Maşallah Işik Arslanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û got: "Şertê aştiyê azadkirina Rêber Apo û hebûna wî di nav gel de ye. Bêyî wî aştî çênabe. Ji ber vê yekê, divê ew were berdan û di komîsyona meclisê de cih bigire. Em bi salan ji bo aştiyê xebitîn, lê her carê destê me vala ma. Niha em dixwazin ku ev hewldan encamên erênî bidin. Tiştek ji aştiyê xweşiktir nîne."   Endama Meclîsê Ayşe Taşçiyê xwesteka wan a bêdawî ya ji bo aştiyê destnîşan kir û got: "Heta niha, wan destê me yê ji bo aştiyê vala hişt. Divê vê carê destê me vala nemîne. Divê Rêber Apo azad bikin. Kurdan hemû gavên pêwîst avêtine. Niha dora dewletê ye. Divê ew jî tevbigerin. Divê Abdullah Ocalan azad be. Kevok bı baskeki nikare bifire."   Endama Meclisê Leyla Ozerê bal kişand ser pêwîstiya azadkirina Abdullah Ocalan û got: "PKK xwe fesix kir û çekên xwe şewitand. Hemû şert û mercên aştiyê hatine afirandin. Li hember vê yekê, komîsyonek hatiye avakirin, lê dewletê gavek berbiçav neavêtiye. Divê dewlet bi lez û bez tedbîran bigire da ku aştî pêk were. Êdî ne dayikên kurd û ne jî yên tirk divê engirîn. Em di aştiyê de israr dikin."     Endama meclisê Vetha Kaçarê jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tevî her tiştî hewl dide aştiyê pêk bîne û wiha domand: "Li meclisê komîsyonek hat avakirin, lê gav nehat avêtin. Diviyabû Rêber Apo bihata wê komîsyonê. Devlet Bahçelî gotibû, 'Bila Ocalan were û li meclisê biaxive.' Çima nehat? Weke Dayikên Aştiyê, em banga xwe ya ji bo aştiyê dubare dikin. Ez bang li Dayikên tirk jî dikim: werin em destên xwe bidin hev û vê aştiyê pêk bînin. Bêyî azadiya Rêber Apo li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê aştî çênabe."