Şewata daristanê ya li Licê didome 2018-07-06 14:49:00 AMED – Şewata li derdora Fermandariya Tugaya Piyadeyê ya 2’yemîn a Licê ku derket didome.  Li derdora Fermandariya Tugaya Piyadeyê ya 2’yemîn bi ser navçeya Licê ya Amedê li qada daristanî duh şewat derketibû. Şewata ku duh derket didome. Hin dever ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin lê hêj şewat li hin deveran berdewam dike. Li ber Tugayê hêj şewat didome û duman jê hildikişe.