Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin 2025-10-02 09:01:47   WAN - Hişkesaliya ji ber kêmbûna baranê li Wanê çêbûye, bandor li golên Arçak û Şixkeyê ku wekî "bihûşta çûkan" têne binavkirin, kir.    Krîza avhewayê, avdana zêde, polîtîkayên çandiniyê yên şaş û kêmbûna baranê bûne sedema ziwabûn û kêmbûna ava golan. Gola Arçakê ku 30 kîlometre dûrî Wanê ye û Gola Sixkeyê ya li navenda bajêr ava wan kêm bûye. Gola Arçakê ku yek ji golên herî girîng ên bajêr e û her sal ji hêla bi dehan geştiyarên herêmî û navneteweyî ve tê ziyaretkirin, li beravê wê av pir kêm bûye.   Asta ava Gola Arçakê ku bi taybetî di bihar û havînê de malovaniya çûkên koçber dike, bi awayekî berbiçav daketiye û li ser xeta peravê gelek deverên wê ziwa bûne. Daketina asta avê ya salane jîngeha xwezayî ya ekosîstema golê tehdît dike. Gol ku jîngeha nêzîkî 230 cureyên çûkên Tirkiyeyê ye, ji ber kêmbûna ava di nav qamîşên xwe de jî tehdît kiriye ku hejmara çûkan dixe xetereyê. Bircên Çavdêriyê yên Filamingo yên ku li dora golê hatine çêkirin ku bi jîngeha flamingoyên xwe tê zanîn, niha dûrî peravê golê ne.   Goleke din ku dibe qurbanê qirêjiya jîngehê, polîtîkayên çandiniyê yên şaş û germbûna gerdûnî Gola Sixke ye ku li navçeyên Tûşba û Rîya Armûşê yên Wanê ye. Gola Sixke ku malovaniya gelek cure jîndar dikin, niha ji ber kêmbûna avê bi gefê re rû bi rû ye.