ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN 2025-10-02 09:00:01   * Bi ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re 27 sal derbas bûn. Plana NATO’yê ya “Serî ji bedenê jê bike” negirt û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo milyonan kesan bû hêvî.    * Şêrîn Hesen ku di sala 2017’an de li Efrînê Nagihan Akarsel nas kiribû, got: “Jineke berxwedêr bû. Lewma bû hedefa deweleta mêrserdest.”    * Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser biryara demborînê ya di doza Vartînîsê de ku ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin û got: “Bi destpêkirina pêvajoyê re hêviyên me çêbûn. Yek ji van jî cîbicîkirina edaletê ye.”    * Seyfûllah Şagban ê ku hevalê Serokê AKP'ê yê Wanê yê berê Emre Guray, li Wanê 6 peywirên girîng bi hev re bi rê ve dibe.    * Hişkesaliya ji ber kêmbûna baranê li Wanê çêbûye, bandor li golên Arçak û Şixke ku wekî "bihuşta çûkan" têne binavkirin, kir.    * Li Bakurê Serhedê kampanyaya "Em aştiyê dixwazin ji ber ku" a DEM Partiyê rastî eleqeyeke mezin tê. Di demeke kurt de bi deh hezaran îmze hatin berhevkirin. Endama Meclisa Partiyê DEM Partiyê Sînem Seven got ku ev yek nîşan dide ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye tê pejirandin.   * Abdullah Muhammed Çîçek ku li Colemêrgê ji dayik bûye, 46 salan bê nasname jiyaye. Çîçek dê ji ber vê were dersînorkirin.   * Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ku yek ji rêveberên kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" got: "Divê dewlet demıldest gavên qanûnî biavêje."   * Endamê OHD'ê Mehmet Altuntaş ku rexne li Komîteya Wezîran kir ji ber helwesta wê ya di warê "mafê hêviyê" de got: "Ev durûtî hêzê dide kesên ku dixwazin qanûnê bi awayekî keyfî bikar bînin."   * El Suhan, serokê ji eşîrên ereb Sebxayê ku Abdullah Ocalan nameyek ji wan re şand got: "Peyama Abdullah Ocalan bangek bû ji bo xurtkirina piştgiriya gel û hemû eşîran a ji bo QSD'ê. Eşîrên ereb di nav QSD'ê de ne."   * Meşa TJA’yê bi dirûşma “Bi hêvî em ber bi azadiyê ve dimeşin” daye destpêkirin dê di roja 2’yan de li navçeya Curnê Reş a Rihayê bidome. (10.00) ZINDÎ   *Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 13’an de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike. (11.00)   * Danişîna doza rojnameger û siyasetmedarên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tên darizandin dê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (11.30)   * Li bajarê Gundikê Melê yê Şirnexê dê di çarçoveya kevneşopiya “tamtamûkê” de serdanên goran bên kirin û sifreya xwarinê bê danîn. (12.00)   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên di dema binçavkirin û li girtîgehan de li avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Ji bo Mûsa Anter dê li navçeya Konakê ya Îzmîrê merasîma bîranînê bê lidarxistin. (15.00)