Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin 2025-10-01 15:30:08   ŞIRNEX -  Welatiyê bi navê Abdulmecît Uyar ku li navçeya Cizîrê di serdegirtina malê de hate binçavçkirin, li naverasta kolanê hate derbkirin.    Îro di danê sibehê de hêzên tîmên taybet ên cendirmeyan û komên Têkoşîna li Dijî Sûcên Qaçaxçitî û Organîze (KOM) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi îdiaya ku cezayê wan ê hefsê teqez bûye, bi ser malên gelek welatiyan de girtin.    Di serdegirtina malê ya li Taxa Vatanê de welatiyê bi navê Abdulmecît Uyar hate binçavkirin. Bi îdiaya ku ji malê reviya, Uyar li naverasta kolanê hate îşkencekirin.    Uyar ê ku li cihekî nêzî malê hate binçavkirin, rastî êrişa gelek polîsan hat. Di encama êrişê de Uyar ji gelek cihên xwe birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Uyar ê ku bi destkelemçekirî hate muayenekirin, piştî mudaxileyê bi kursiya biteker sewqî edliyeyê hate kirin. Li vir cezayê wî li rûyê wî hate xwendin û şandin girtîgeha Şirnexê.