Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin 2025-10-01 09:58:55   ERZIROM - Welatiyên Erziromê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û gotin ku divê mafên gelê Kurd li ser bingeha hemwelatiya wekhev bên naskirin.    Xebatên komîsyona li Meclisê ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû avakirin, didomin. Piraniya xelkê Kurdistan û Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoyê. Welatiyên Erziromê jî gotin ku ji bo aştiyeke mayinde divê gavên pêwîst bên avêtin.    Welatiyê bi navê Ahmet Sayar (27) got: “Em hewl didin hebûna xwe bi vî welatî bidin qebûlkirin. Weke endamekî malbateke di vê oxirê de gelek bedel daye û gelek êş kişandiye, ez aştiyê dixwazim. Em ji bo jiyaneke birûmet û azad li vir in. Em xwedî li aştiyê derdikevin. Em ji rêbertî û partiya xwe bawerin ku dê Îmraliyê bikin girava aştiyê. Em dixwazin li ser xakeke ku Dayika Taybet, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Haci Lokman Bîrlîk, Tahir Elçî lê nayên kuştin bijîn. Mifteya aştiyê, birêz Abdullah Oalan e. Divê bi yasayên entegrasyona demokratîk re mafên gelê Kurd bên naskirin û dayin. Divê ev yasa tavilê bikevin meriyetê.”    ‘HETA MAFÊN ME NEDIN AŞTÎ ÇÊNABE’    Mahîde Kamiş ku kurê wê û bûka wê di têkoşîna gelê Kurd hatine girtin, wiha got: “Ji bo aştiyê beriya her tiştekî divê mafên gelê Kurd bên dayin. Bifikirin ku dema gelê me cilên xwe li xwe dike jê re dibêjin ‘terorîst.’ Lê dema ew li xwe dikin jê re dibêjin moda. Divê ziman û çanda Kurdan were naskirin. Em dixwazin ji bo zimanê dayikê yê zarokên me, dibistan bên avakirin. Em naxwazin kesek bimire lê heta mafên me nedin jî aştî dê çênebe. Ma ewqas bedel ji bo çi hatine dayin? Beriya her tiştekî divê Rêbertî azad bibe. Heta ew azad nebe ma dê zarokên me çawa azad bibin?”    Arîf Karakaya (44) jî anî ziman ku ew şopdarên paradîgma û felsefeya Abdullah Ocalan in û wiha pê de çû: “Gelê Kurd di çarçoveya bangên Rêbertiyê de fedekarî kir. Nîşan da ku ji bo xwişk-biratî û entegrasyonê amade ye. Tişta em dixwazin wekhevî ye. Em di her qada jiyanê de wekheviyê dixwazin. Zimanê gelekî bîra wî gelî ye. Bîra me dizîn, em bîra xwe dixwazin. Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje.”    ‘BILA HER KES BIGIHIJE ZAROKÊ/A XWE’    Vesîle Sayak (65) jî got bi hêviye ku dê aştî were û ev tişt anî ziman: “Dê gelên Kurd û Tirk bi hev re û wekhev bijîn. Bila ne zarokên Kurd ne jî yên Tirk nemirin. Zarokên me bi ezyet û zehmetê mezin bûn. Me ne ji bo ku di zindanan de bimînin mezin kirin. Bila her kes êdî bigihije zarokên xwe. Gelê Kurd tişta diket ser milê xwe kir. Nîşan da ku ji bo çekdanînê amade ye. Êdî dora dewletê ye û bila gavan biavêje. Divê rêberê me û hemû zarokên me yên din ên di zindanan de berde. Gel, aştiyê dixwaze.”    ‘JI BO AŞTIYEKE MAYINDE...’    Sabrî Altay (64) jî destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ev pêvajo dê bi xwe re aştiyeke mayinde bîne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê xwişk-biratiya gelan çêbibe. Em naxwazin ji her du aliyan jî tu kes bimire. Em aştiyeke bi rûmet, bi exlaq û mayinde dixwazin. Ji bo destê birêz Abdullah Ocalan xurtir bibe divê her kes bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire û xwedî li pêvajoyê derkeve. Em ji Serok Apo bawerin. Divê dewlet êdî gavan biavêje.”    MA / Omer Akin