Danişîna Yuksekdag taloq kirin 2018-07-06 12:22:30   ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Enqerê hat dîtin. Yuksekdag, ji ber sedema mafê wê yê parastinê tê sînordarkirin, beşdarî danişînê nebû.    6’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag li Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Enqerê hat dîtin. Danişîn li Edliya Sihhiye hat dîtin. Yuksekdag sedem nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Danişîn bi danasîna nasnameyê des pê kir û daxaznameya sedama Yuksekdag hat xwendin.  Yuksekdag di daxaznemya nivîsand de, sedemên xwe wiha got: "Di danişîna derbas bûyî de delîlên di dosyayê de ji min re hatin ragihandin. Fezleke divê li ser bîlgiseyarê bê lêkolin kirin, lê ji ber ku di nava hefteyekê de tenê çend saetan bîlgîseyarê bikar tînim, min nekarî parastina xwe amede bikim. Di heman demê de mafê min ê parastinê tê sînordar kirin.”   Parêzer Ruken Gulagacî jî parastin kir û wiha got: “Muwekîla min ragihand ku çima beşdarî danişînê nebû. Mafê wê yê partine tê sînordar kirin. Fezlekeya 8’emîn a di dosyayê de pir zêde ye. Ev parastina muwekîla min dixwe zoriye. Me jî dixwe nava zoriyê. Hîna jî muwekîla min girtiye. Ev bû 20 meh girtiye. Divê li ser vê yekê nîqaş bên destpêkirin. Dixwazim muwekîla min bê berdan û bi awayekê tendurist parastina xwe amade bike. Ji bo mafê wê yê parastinê neyê sînordar kirin, divê muwekîla min bê berdan.”   Şandeya dadgehê, daxwaza berdana Yuksekdag red kir û danişîn taloqî 24’ê Îlonê kir.