Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin? 2025-10-01 09:22:24 ESKÎŞEHÎR - Endamê Fîloya Wijdanê ya Sumudê Sînan Akilotû ku ji bo Xezeyê hatiye avakirin got: "Ji bo ku mirov tevbigerin, ma divê çend zarokên din bimirin?"    Ji duh ve, Îsraîlê di êrişên xwe yên li ser Şerîda Xezeyê de yên ji 7ê Cotmeha 2023'yan vir ve, herî kêm 66 hezar kes kuştine. Ji bilî êrişan, ji bo pêşîgirtina li alîkariyê, deriyên sînor ên xwe jî girtine. Senifandina Qonaxa Ewlekariya Zexîre (IPC) ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê piştgirîkirin û di 22'yê Tebaxê de li Xezeyê xela ragihand, diyar kir ku heta niha 147 jê zarok herî kêm 442 kes ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.   Fîloya Wijdanê ya Sumud ku ji bo gihandina alîkariya mirovî ji bo Xezeyê û şikandina dorpêça salan a Îsraîlê derket rê, bala civaka navneteweyî ji nû ve kişand ser rewşa mirovî ya li herêmê. Fîloya ku li Tunisê bi beşdariya çalakvanên ji gelek welatan kom bû, di 14'ê Îlonê de ber bi Deryaya Spî ve bi rê ket. Keştî ku gelek alîkariya mirovî, bi piranî alavên bijîşkî hildigire, rêwîtiya xwe ya bi qasî 150 mîlên deryayî ji Xezeyê dûr didomîne û nêzîkî herêma ku Îsraîlê wekî herêmeke destwerdanê îlan kiriye dibe.   Sînan Akilotû ku di keştiyeke fîloyê de ye, têkildarî mijarê axivî.    Akilotû diyar kir ku amadekariyên fîloyê du sê mehan dom kirine û ji ber hewldanên sabotajê, keştî û qeyikên di fîloyê de tenê di 14'ê Îlonê de karibûne bi rê bikevin û got: "Em niha li girava Kretê ne. Em li benda derbasbûna bahozê ne. Em li bendê bûn ku êrişek li ser fîloyê çêbibe. Dilxwazên ku hatine vir ji bo vê yekê amade hatine. Mirov xetereyên mezin dane ber çav û hatine. Ji ber ku du sal in, Xeze di pêvajoyekê re derbas dibe ku kêr gihîştiye hestî. Di rojên dawî de rewşên dramatîktir eşkere bûn; laşên zarokan, dayikan û bavan li wir têne parçekirin û ligel vê li vir, du an sê droneyan êrişî qeyikê kirin, bombeyên şewatê û kîmyewî avêtin ser wê."   Akilotû destnîşan kir ku yek ji armancên fîloya keştîyan ew e ku balê bikişîne ser zilma Îsraîlê li Xezeyê û ev fîloya keştîyan di nav raya giştî û hêzên cîhanê de eleqeyeke girîng a raya giştî çêkiriye. Akilotû bi bîr xist ku piştî êrişên sabotajê, Îspanya û Îtalyayê ragihandin ku ew ê keştîyên şer bişînin da ku ewlehiya fîloyê misoger bikin û got: "Keştiyeke şer a îtalî di ber me re derbas bû. Ji duh ve, Yewnanistanê ji fîloya keştîyan re derbasbûna ewle misoger kiriye. Em ji hemû dewletên xwedî wijdan, çi welatiyên welatê me bin çi nebin, dixwazin ku di vê mijarê de tedbîran bigirin. Wekî welatiyekî Tirkiyeyê, em ê serbilind bin ku hêza xwe ya deryayî li kêleka me di vê mijarê de bibînin."   ‘EM DIBÎNIN MIROVAHÎ NEMIRIYE'   Akilotû ku got wî dîmenên ku li ser medyaya sanal hatine parvekirin ên zarokên li perava Xezeyê yên ku bi hêvî li benda Fîloya Sumud in temaşe kiriye, got: "Bi beşdarbûna li Fîloya Sumud, me dît ku çawa mirovahiya cîhanê, li hember zilmê, xetera mirinê li ber xwe da û li hev civiya. Em bi heyranî temaşe dikin û şahidiyê dikin ku çawa mirovên xwedîwijdan yên ji ziman, çand, têgihîştin û olên cuda li dora bingeheke hevpar a maf û hiqûqê li hev dicivin. Em dibînin ku mirovahî nemiriye û mirovên xwedîwijdan di vê gavê de ji bo zarokên Xezeyê tevdigerin."   ‘MA DIVÊ ÇEND ZAROKÊN DIN BIMIRIN?'   Akilotû destnîşan kir ku tenê şermezarkirina zilma du salan a Îsraîlê li Xezeyê êdî komîk e û divê gavên berbiçav werin avêtin û destnîşanî pêwîstiya cezayên bazirganî û qutkirina dabînkirina petrolê kir. Akilotû anî ziman ku pêwîstiya hêzê li dijî Îsraîlê heye û got ku ew li bendê ne fîloya Tirkiyeyê jî tevbigere. Akilotû got: "Şermezarkirin, pabendbûna bi biryarên Neteweyên Yekbûyî, an jî serweriya hiqûqê; ev ne tiştên dewleta terorîst a Îsraîlê ne. Ji bo ku mirov tevbigerin, ma divê çend zarokên din bimirin? Ger ev kujer li Xezeyê neyê rawestandin, ew ê li deriyê me bixe."   MA / Enes Beyaz