Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin 2025-09-30 13:09:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezeyê de 30 kes hatin qetilkirin. Netanyahu, tevî ku “Plana Xezeyê” ya Trump pêşniyar kiribû qebûl kiriye jî got ku dê dagirkeriya artêşê ya li dijî Xezeyê bidome.    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, duh ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê planeke ji 20 xalan pêk tê ragihandibû. Serokwekzîrê Îsraîlê Benjamin Netayahu, piştî civîna hevpar a daxuyaniyê ya bi Trump re gotibû ku plan qebûl kiriye. Lê tevî vê jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê ji saetên serê sibehê ve didomin. Di êrişan de herî kêm 30 kes hatin qetilkirin.    PEYAMA ‘DÊ DAGIRKERÎ BIDOME’   Netanyahu, îro vîdeoyek parve kir û diyar kir ku plana Xezeyê ya Trump hevsengî li gorî daxwaza wan guherandiye û Hamas îzole kiriye û got: “Artêşa Îsraîlê li beşeke mezin a Şirîda Xezeyê disekine û em ê hemû dîlgirtiyan zindî û baş rizgar bikin.” Netenyahu, bi vê daxuyaniyê peyama domandina dagirkeriyê da.    HAMAS PLANÊ DINIRXÎNE   Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, koma mizakereyan a Hamasê, plana Trump dinirxîne.    Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de herî kêm 66 hezar û 55 kes hatine qetilkirin û 168 hezar û 346 kes jî birîndar bûne.