Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin 2025-09-29 09:25:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Swîsreyê bi jinên Suryan re civiyan.    Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji Seroka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiyayê Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan Jorjêt Bersûm pêkt ê, li bajarê Unterterzen ê Swîsreyê bi jinên Suryan re li Mala Jiyanê ya Jinan hevdîtin kir.   Jinên Suryan ku şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwazî kir, têkildarî Mala Jiyanê ya Jinan agahî dan. Bi navê şandeyê Seroka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axixvî û li ser armanca serdana Ewropayê û hevdîtinên xwe agahî da.   Rêveberên Yekitiya Jinên Suryan jî diyar kirin ku ew parçeyek ji Sûriyeyê ne û li Ewropayê timî karê dîplomasiyê dimeşînin, şoreşa jinan a Rojava ji bo her kesî şensekî girîng e û modela li Rojava dixwazin li tevahiya Sûriyeyê bê pêkanîn.