Li Silopiyayê di kela germa havînê de ceryan qut kirin 2018-07-06 09:16:52   ŞIRNEX – Li Silopiyaya ku pileya germahiyê 50 derece ye, DEDAŞ'ê panoyên ceryanê li derve bi cih kirin. Ji ber vê rewşê ceryana 15 malbatan qut bû. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Çi heqê wan hebû ku wisa kirin."    Li Taxa Yenîşehîr a Silopiyaya Şirnexê Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi îdiaya "rê li ber ceryana qaçax digirin" panoyên ceryanê li derve bi cih dike. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan.    CERYANA 15 MALAN QUT BÛ    Herî dawî 2 roj berê ekîbên DEDAŞ'ê û gelek polîs hatin taxê. Piştî ku şêniyên taxê bertek nîşandane rageşî rû daye û polîsan bi gaz û copan êrîş kiriye. DI êrîşê de gelek kes hatine derbkirin. Piştî vê rageşiyê DEDAŞ'ê panoyên ceryanê yên li malan li derve bi cih kirine û ji ber vê rewşê ceryana 15 malan qut bûye.    Li navçeyê pileya germnahiyê carinan heta 50 pileyî jî diçe. Malên ku bê ceryan mane bertek nîşanî vê rewşê didin. Emîne Ozek, diyar kir ku ji ber ku ceryana wan qut bûye rewşa wan nebaş e û bi rojane ji ber ekîbên DEDAŞ'ê nobetê digirin.    Ozek, diyar kir ku di dema îlankirina qedexeya derketina kolanan de jî rewşeke bi vî rengî rû dabû. Ozek, anî ziman ku li derve bicihkirina panoyan li xwediyê malan bar kirine û got: "Em nikarin nobeta panoyên ceryanê bigirin. Neheqiyê li me dikin. Ji ber ceryan tune hemû malzemeyên malbatan xirab bûne. Kesên extiyar dê di vê germê de çawa li malê îdare bikin."    Ozek, anî ziman ku 2 roj berê polîsan mudaxile kiriye û di dema mudaxilekirinê de gelek kes hatine derbkirin û got: "Çi heqê wan heye ku vî tiştî bikin? Li vira ne fabrîkayek heye ne jî derfetên kar. Ya heyî deriyê sînor bû, ew jî girtin. Tew bi ser de jî tên zilmê li me dikin."