Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Orûçê bang kirin 2018-07-06 09:16:17 ÊLIH – Rojnamevanan bal kişand ser doza nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç û ji bo beşdarbûyîna danişîna dozê bang kirin.  Nûçegihana DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Şerîfe Orûç di 5'ê Tîrmeha 2016'an de li Êlihê tevî Mûzaffer Tûnç û Emrûllah Orûç hati binçavkirin û paşê hat girtin. Dê danişîna doza Orûçê di 9'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê pêk bê. Rêxistinên çapemeniyê xwestin dawî li çewisandinên li ser rojnamevanan bê û ji bo beşdarbûyîna danişîna Orûçê bang kirin.    Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney, diyar kir ku 20 jê jin 192 rojnamevan girtî ne û Tirkiye her diçe di warê azadiya çapemeniyê de bi paş ve diçe. Guney, destnîşan kir ku piraniya çapemeniyê di dest îktîdarê de ye û yekdestê rojeva Tirkiyeyê tê diyarkirin.   Guney bal kişand ser dozên li rojnamevanên muxalif tên kirin û got: "Dixwazin dozên hevalên me yên girtî bidin jibîrkirin. Bi vî awayî dixwazin wê baweriya raya giştî bin pê bikin." Guney, diyar kir ku ew ê şopdarê doza hevpîşeya xwe Şerîfe Orûçê bin û xwest rêxistinên çapemeniyê hemû ji bo vê yekê tev bigerin û tev li danişînê bibin.    ÎDIANAMEYÊN BÊ DELÎL    Serokê Giştî yê Basin-Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê Farûk Eren jî, anî ziman ku Orûç jî yek ji rojnamevanên ku bi awayekî neheqî hatiye girtin û dozên rojnamevanan îdianameyên bê delîl tên amadekirin. Eren got: "Ji ber îdianameyên bê delîl, ji ber delîlên ku tune ne û bi ji ber şahidên bi şaîdbe girtiye. Nemaze piştî Rewşa Awarte tê xwestin ku rojnamevanî bê fetisandin. Ev dozên hatine vekirin, girtinên neheq, ajansên hatine girtin di vê çarçoveyê de hatine kirin. Daxwaza me ew e ku demildest Şerîfe Orûç û hemû rojnamevanên girtî bên berdan. Ji bo astengiyên li pêş azadiya çapemenî û ramanê bên rakirin dê têkoşîna me dewam bike."    ARMANC TIRSANDIN E    Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî, destnîşan kir ku ji du salan zêdetir e ku Orûç bi beyanên pûç girtiye û ev yek nayê qebûlkirin. Boltan, bilêv kir ku girtina Orûçê û hemû rojnamevanên din ji ber polîtîkaya îktîdarê ye û got: "Sedemên vê polîtîkayê hene. Dixwazin bi girtin û binçavkirina rojnamevanan hevpîşeyên wan bitirsînin. Em ÎRA em ê ji bo berdana rojnamevanên girtî tim bitêkoşin. Jixwe di raporên gelek rêxistinên çapemeniyê de di warê azadiya çapemeniyê de asta Tirkiyeyê li ber çava ye. Polîtîkayênd erhiqûqî yên îktîdarê li tu deverên cîhanê nayên qebûlkirin. Heta ji destê me bê em ê van derhiqûqiyan têxin rojevê."