Bertek nîşanî Barzanî da: Yekîtî hebûna, kurdan hêvî ji dîktatoran ne dikirin 2018-07-06 09:15:54   AMED - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî bi daxuyaniyekê destek da "operasyona Qendîlê". Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Eger yekîtiya netewî hebûna, dê tu partiyeke kurd hêvî ji dîktatoran nekirina."    Piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê Nêçirvan barzanî bi telefonê li Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan geriya û ew pîroz kir. Barzanî piştî hevdîtina bi telefonê daxuyaniyek da û got ew destekê didin "operasyona Qendîlê" ya Tirkiyeyê. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier bertek nîşanî vê daxuyaniyê da.    ‘JI BO KURDAN REWŞEKE ÊŞBAR E'    Taşçier, bilêv kir ku li Herêma Kurdistana Federeyê partiyên siyasî perçekirî ne û ev helwesta Barzanî ji bo kurdan rewşeke êbar e. Taşçier, bi bîr xist ku 26 sal in Herêma Kurdistana Federe di statuya dewleteke serbixwe de ye, lê belê di navbera partiyên siyasî yên li herêmê de diyalog tune ne.    Taşçier, anî ziman ku piştî êrîşa li ser Kerkûkê diviya aktorên siyasî yên li herêmê bibûnan yek, lê belê ev yekîtî pêk nehatiye û got: "Eger yekîtiya netewî hebûna, eger Kongreya Yekîtiya Netewî pêk bihatana, dê tu partiyeke kurd an jî saziyeke kurd hêvî ji dîktatorên dewleteke din nekirinan. Loma divê kurd rojek berî rojekê yekîtiya xwe pêk bînin. Eger ev yek pêk bê, di bi tercîhên wisa re rû bi rû nemînin. Lê belê ev yek di asteke kêm de ye."    Taşçier, bilêv kir ku Barzanî gelek caran helwestên bi vî rengî nîşan daye û got: "Di dîrokê de rewşên bi vî awayî rû dane, lê belê bi vî awayî kurdan tu tişt bi ser hev enxistiye. Îdareyeke wekî dewleta partiyî heye. Eger kurdên li Kurdistana Başûr bihatanan gel hev, dê PDK bi tena serê xwe nikaribûna ev yek bikirana."