Parêzer Kûnt: Dixwazin darvekirinê ji bo girtiyên siyasî bînin 2018-07-06 09:13:26 WAN - Ji bo rêgirtina li ber îstismarkirina zarokan ev demek e "darvekirin" tê nîqaşkirin. Parêzer Dîlan Kûnt Ayan destnîşan kir ku a rastî ev "darvekirin" ji bo girtiyên siyasî ye. her wiha Kûnt, diyar kir ku ji bo pirsgirêka îstismarkirinê bê çareserkirin divê Wezareta Zarokan bê avakirin.  AKP û MHP, derbarê îstismarkirina zarokan de ev demek e "darvekirin" û "xesandina kîmyewî" nîqaş dikin. Parêzer Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku sedema zêdebûna sîtismarkirinê ji ber polîtîkayên îktîdarê bne. Kûnt, di qanûna heyî de hîn jî madeyên ku îstismarkar diparêzin hene.    'DIXWAZIN DARVEKIRINÊ JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ BÎNIN'    Kûnt, destnîşan kir ku divê windabûna zarokan û îstismarkirinê ji hevdu bên veqetandin û got: "Ji ber kêmasityên polîtîkayên îktîdarê îstismarkirina zarokan zêde bû. Niha ji bo van sûcan darvekirin û xesandinê xistin rojevê. Lê em hiqûqnas vê yekê rast nabînin. A rastî bi vî awayî dixwazin darvekirinê rewa bikin û vê yekê ji bo mirovên masûm û girtiyên siyasî bisepînin. Lê em baş dizanin ku dê cezayê darvekirinê rasterast ne ji bo îstismarkaran be."    'ÎSTISMAR BI CEZA NAYÊ ÇARESERKIRIN'    Kûnt, bilêv kir ku li welatên ku darvekirin lê heye, welatên ku herî zêde îstisrmarkirin lê hene. Kûnt, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de bi anîna darvekirin û xesandinê rê li ber îstismarkirina zarokan anyê girtin. Kûnt got: "Eger darvekirin çareserkirin bûna, dê li welatên Rojhilata Navîn îstismarkirin zêde nebûna. Ji bo rêgirtina îstismarkirinê rêyên hêsan hene, lê belê li Meclîsê tu pêşniyazên ku ji bo îstismarkirina zarokan tên dayîn nayên qebûlkirin. Çareserkirina vê yekê pir hêsan e. Dema saziyên civaka sivîl, platform, kesên ku bi qada zarokan re têkildar û aktivîst bên gel hev, bi rihetî dikarin qanûna îstismarkirinê çêbikin. Yanî çûne bi îstismarkaran re axivînne û li girtîgehan geriyane. Encama ku di pirtûkê de cih girtiye ew e ku, bûyerên îstismarkirinê hemû sosyolojîk in. Yanî divê mirov dakeve hîma vê yekê. Ev kes ji bo çi van tiştan dikin? Divê mirov dakeve koka vê yekê û wê ziwa bike. Yanî bûyerên îstismarkirinê bi mueyîdeyên cezayî, bi darvekirin an jî xesandinê nayên çareserkirin. Jixwe em hiqûqnasên ku di qada mafên mirovan de dixebitin darvekirin û xesandinê rast nabînin. Darvekirin û xesandin binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji bo ev yek ji kokê ve bê ziwakirin rê hene."    Kûnt, diyar kir ku hîn jî ji bo îstismarkirinê û di dosyeyên îstismarkirinê de madeyên ku îstismarkar diparêzin hene û got: "Hîn jî li dadgehan kêmkirina ceza ya 'qenaetê', kêmkirina ceza ya 'rêzgirtinê' û kêmkirina ceza ya 'bi taximê cilan' tê sepandin. Elbet ev tişt bi qanûnan dikarin bên sererastkirin. Cezayên girantir dikarin li îstismarkaran bibirin. Em hiqûqnas wisa difikirin ku bi cezayên giran tenê ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Piştî ku zarokên me hatin asta xwe îfadekirinê, bi dayîna perwerdehiyê ev bûyer dikarin bên kêmkirin û heta dikare wek Ewropa ji holê bê rakirin."    Her wiha Kûnt, destnîşan kir ku ji bo zarokan di qanûnan de hin sererastkirin hene, lê belê ev tişt baş nayên sepandin.    MA / Mahmut Ruvanas