Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin 2025-09-26 12:02:11 STENBOL - Daxwaza tehliyeyê ya Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, nehate qebûlkirin.    Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Daxwaza tehliyeyê ya Ozer hate redkirin. Parêzerê Ozer, Huseyîn Ersoz serî li 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Stenbolê da û ragihand ku daxwazên wan hatine redkirin. Ersoz, têkildarî serlêdanê li ser hesabê xwe ya X’ê peyamek parve kir û got ku di biryara redkirinê de pirsgirêkên cidî hene. Ersoz, da zanîn ku serlêdan di 16’ê Îlona 2025’ê de kirine û di 21’ê Îlona 2025’ê de hatiye redkirin. Ersoz, got ku dadgehê nirxandineke eleqeya wê bi naveroka daxwaznameyê re nîne kiriye.    Ersoz, got: “Di daxwaznameyê de bi aşkerayî daxwaza tehliyeyê heye lê tevî vê jî di biryarê de gotine ‘Dema îtîrazê derbas bû.’ Me di 16’ê Îlona 2025’ê de der heqê Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer de bi daxwaza tehliyeyê serlêdan kir. Em hînbûn ku ev daxwaza me ya tehliyeyê di 21’ê Îlona 2025’an de ji hêla 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Stenbolê ve hatiye redkirin. Li gel ku di daxwaznameya me de daxwaza tehliyeyê hebû jî di biryarê de nirxandineke weke ‘dema îtîrazê derbas bûye’ hatiye bikaranîn. Ev rewş vê nîşanî me dide, ‘daxwaznameyên me nayên xwendin, bi rêya copy-paste biryar tên dayin.’ Şevê din der heqê Ahmet Ozer de ‘danişînek hate lidarxistin’ û lêkolîna rewşa girtî hate kirin. Em jî tev li bûn û me îfadeyên berfireh da. Lêbelê 10’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê biryara domandina rewşa girtî da. Tevî rapora 3 pisporan a ‘Di sûcê hîleya di îhaleyê de berpirsyartiya Ahmet Ozer tune ye’ jî ev biryar hate dayin. Em ê li dijî her du biryaran jî îtîrazê bikin.”