ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-06 09:00:07 * Seroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku qezayên karî yên karkerên demsalî cinayetên karî ne û karker bi wesayîtên ku ji trafîkî tên menkirin û ji dêvla 25 kesan 40-50 kesî li wan tên siwarkirin û veguhastin.  * Ji bo rêgirtina li ber îstismarkirina zarokan ev demek e "darvekirin" tê nîqaşkirin. Parêzer Dîlan Kûnt Ayan destnîşan kir ku a rastî ev "darvekirin" ji bo girtiyên siyasî ye. her wiha Kûnt, diyar kir ku ji bo pirsgirêka îstismarkirinê bê çareserkirin divê Wezareta Zarokan bê avakirin.    * Albûma muzîka "As" a Serhat Ertûna derket. Ertûna, destnîşan kir ku dema gotin têr nake, muzîk dikeve dewrê û bi muzîkê ew pêwendiya hestan baş tê danîn û got: "Wisa difikirim ku cîhaneke bê muzîk, dişibe bedenên bê can."    * Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, derbarê hikumxwarê rêxistina sûcî Alaattîn Çakici de ku ji bo serêdaran raporeke bêsînor ji bo wî hat dayîn axivî û got: "Ev derfeta ku ji bo Çakici hatiye peydakirin, divê ji bo hemû girtiyên nexweş jî bê peydakirin."    * Ji ber krîza aborî êdî li bazaran tişt ne bi kîloyan bi xiraman tên firotin. Bazarvanan, destnîşan kir ku 10 kes li fiyetan dipirse, kesek tenê dikire.    * Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî bi daxuyaniyekê destek da "operasyona Qendîlê". Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Eger yekîtiya netewî hebûna, dê tu partiyeke kurd hêvî ji dîktatoran nekirina."    * Rojnamevanan bal kişan ser doza nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç û ji bo beşdarbûyîna danişîna dozê bang kirin.    * Li Silopiyaya ku pileya germahiyê 50 derece ye, DEDAŞ'ê panoyên ceryanê li derve bi cih kirin. Ji ber vê rewşê ceryana 15 malbatan qut bû. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Çi heqê wan hebû ku wisa kirin."    * Dema mirov dibêje Koma Siya Şevê gotinên stranên wan mirovan dihizirînin. Siya Şevê demek dirêj şûn ve bi berhema “Li Pey Siya Xwe” derket pêşberî muzîkhezan. Solîstê komê Gokçe Selîm diyar kir ku tu demê Rewşa Awarte ji ser muzîka kurdî ranebûye û di dîroka dinyayê de huner-polîtîka, huner-berxwedan çawa li hev hatiye divê ew jî wisa bikin.     * Şaxa Egitim Senê ya Edeneyê dê têkildarî windakirin, revandin û kuştina zarokan li şaxa xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Komek rojnameger û rewşenbir têkildarî Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can, û rewşa Girtîgeha Sîlîvrî dê li Otela Taksim Hillê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)    * Baroya Amedê dê t3ekildarî Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li Sûrê hat kuştin li ber edliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)