Li Nisêbînê operasyona leşkerî dest pê kir 2018-07-05 23:07:12   MÊRDÎN – Li bejahiya gundê Talatê ya Nisêbînê bi desteka hewayî û bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon dest pê kir. Ji herêmê dengê çekan tê.    Li bejahiya gundê Talatê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê îro danê êvarî bi tevlîbûna gelek leşkeran û bi desteka hewayî operasyon dest pê kir. Hat hînbûn ku têketin û ketinên herêma operasyon lê hatiye destpêkirin hatine girtin.    Hat ragihandin gelek tepeyên li herêmê bi helîkopteran tên gulebarankirin. Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku ji herêmê dengê çekan tê û gundî nikarin derkevin derve.