Roboskiyî: Ji bo hemû zarokan em doza edaletê dikin 2018-07-05 19:00:02   ŞIRNEX – Malbatên roboskiyî di hefteya 340'emîn a lêgerîna ji bo edlaetê de bal kişandin ser mirin û winabûna zarokan û gotin: "Em ji bo zarokên ku tên îhmalkirin û îstismarkirin hemûyan doza edaletê dikin."    Malbatên Robsokiyê ku li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê di bombebarana balafirên şerî de 34 xizmên wan mirin, di hefteya 340'emîn a lêgerîna ji bo edaletê de li ser gora wan xizmên xwe bi bîr anîn. Li ser navê malbatan Berîvan Encu axivî.    ‘MADIMAK JÎ ÊŞA ME HEMÛYAN E'    Encu, komikujiya Sêwazê bi bîr anî û got: "Êşên me gelek in. Dibe ku dîrok, roj, ziman û nîjada van êşan cuda be. Lê wekî Roboskiyê Madimak jî êşa me hemûyan e."    Encu, diyar kir ku di demên dawî de nûçeyên îstismarkirina zarokan û windabûna zarokan zêde derdikevin û divê vê rê li ber van bûyeran bê girtin. Encu got: "Divê li hemberî binpêkirinên mafan ên li Robsokî, gezî, Cizîr û Silopiyayê xwe li nedîtinê daneynin. Em her hefte çawa ji bo zarokên xwe yên bi bombeyan hatin kuştin doza edaletê dikin, em ji bo zarokên ku tên îhmalkirin û îstismarkirin hemûyan jî doza edaletê dikin."