Buldan: Sala bihûrî ya qanûnçêkirin tabloya şermê bû 2018-07-05 17:23:18   ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî qeydên xwe yên li Meclîsê bi hev re kirin. Piştî karê qeydê Buldan axivî û got: “Xebata qanûnçêkirinê ya sala berê tabloya şermê bû. Bila wekîlên girtî jî berdin.”    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî piştî mazbatayên xwe sitendin, qeydên xwe yên li Meclîsê bi hev re pêk anîn. Gelek wekîlên nû li gel Buldan û Temellî bûn.    Piştî qeydiyan Hevserok derbasî pêşberî kamerayan bû û daxuyaniyên kurt dan.    ‘TABLOYA ŞERMÊ BÛ’    Buldan hêvî kir ku wê encamên hilbijartinê bixêr bin û got: “Em hêvîdarin ku em ê îsal bikin sala azadî, demokrasî û mafê mirovan. Demek dirêj e Tirkiye pirsgirêkên mezin dijî û em dixwazin ev pirsgirêk demildest bi dawî bibin. Xebata qanûnçêkirinê ya sala berê tabloya şermê bû. Bila wekîlên girtî jî berdin. Wê li dijî hemû pêkanînên neheq têkoşîna me dewam bike.”    ‘EM JI BO DEMOKRASIYÊ LI VIR IN’    Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku li gel her tiştî ew li vir in û got: “Bûna me ya li vir, tê wateya ku em têkoşîna demokrasiyê didin. Em dizanin ku rejîma parlamenteriyê ji bo demokrasiyan girîng e. ji bo em pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê çareser bikin li vir in. Ez hêvîdarim wê ev bibe serdema ku hemû pirsgirêk ji holê bên rakirin.”