Bav û kur ên winda kuştî hatin dîtin 2018-07-05 16:05:04   AMED – Remzî Guler (48) û kurê wî Mehmet Guler (26) ên li Liceyê hefteyekê ji wan agahî nedihat girtin, kuştî hatin dîtin.    Li gundê Xosor ê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve Remzî Guler (48) û kurê wî Mehmet Guler (26) ên hefteyeke agahî ji wan nedihat girtin kuştî hatin dîtin. Li gel hemû hewldanên lêgerînê yên malbatê cenazeyê bav û kur îro li ser kolana 500 mîtro dûrî gund hat dîtin.    Gundiyan cenazeyan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Licê. Hat diyarkirin bav û kur bi guleyan hatine kuştin. Hat zanîn ku dê cenazeyan ji bo otopsiyê rakin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.