Derya Gul a 11 roj berê winda bû hat dîtin 2018-07-05 15:45:54   WAN – Derya Gul a 16 salî ku 11 roj bû windayî bû li navçeya Artemêtanê hat dîtin.    Li Wanê Derya Gul a 16 salî 11 roj berê winda bûbû û agahî jê nedihat girtin. Gul duh bi şev ji aliyê leşkeran ve li taxa Çîçeklî ya navçeya Artemêtanê ya Wanê hat dîtin. Leşkeran wê radestî Saziya Parastina Zarokan kir. Malbatê got ku hêj destûr nedane wan bi keça xwe re hevdîtin bikin û ji ber tişta qewimiye û rewşa keça xwe bi fikar in.