Erdogan mala bi kirê nîşan dabû wekî milkê xwe qeyd kir 2018-07-05 14:00:41   ENQERE – Serokê AKP'ê vîllaya Kisikli ya di sala 2014'an de wekî xaniyê kirê nîşan dabû, bi nirxê 4 milyon lîra wekî malê xwe qeyd kir. Hevsera Erdogan Emîne Erdogan ku xwedî maşîna 2011 model e, xilxalên xwe yên berê muhtelif nîşan dabû, vê carê ji qeydan derxist.    Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan hebûna malê xwe aşkere kir. Erdogan ku ji destpêkê heta niha malê xwe aşkere dike, li gorî daxuyaniyên berê Erdogan ji sala 1998'an heta niha ne xwedî xanî ye û di xaniyê bi kirê de rûdinê. Vîlaya li Kisikli ku Erdogan lê dimîne û di sala 2014'an de wekî vîlaya bi kirê nîşan dabû, niha bi qîmeta 4 milyon lira di nava malên xwe de qeyd kir. Erdogan ê bi sedan parazvan û bi dehan maşîneyên karwan digere, balkêş e hêj xwedî maşîneya modela 2011'an e.    YSK'ê encama dawî ya hilbijartinê aşkere kir. Piştî aşkere kir encam di rojnameya fermî de hat weşandin. Di rojnameya fermî de hebûna malên Erdogan jî cih girt. Di nava malê Erdogan de vîllaya li Kisikli ya Uskudarê ku bi 4 milyon TL bû jî heye. Di banka û destê Erdogan de bi giştî 6 milyon 347 hezar û 760 TL pereyê Erdogan heye. Karsaz Mehmet Gur ê dostê malbata Erdogan malê wî wekî 2 milyon TL hat nîşandan.    Malê ku berê Erdogan aşkere kiribû niha di qeydan de tune ye. Erdogan berê li Şaredariya Bolluca 376 metrekare zevî, li Guneysu ya Rîzeyê 2 hezar metrekare zevî tevî parên şîrketan û zêrê Emine Erdogan 7 milyar 800 milyon lira pereyên wan hebû. Lê balê ku berê li ser navê xwe nîşan dabû vê carê nehat nîşandan.