DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin 2025-09-20 11:59:41   AMED - DBP û DEM Partiyê, têkildarî 33'yemîn salvegera qetilkirin Mûsa Anter de daxuyanî dan û gotin ku dê mîrateya têkoşînê ya Mûsa Anter bidome.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî 33'yemîn salvegera rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mûsa Anter tenê ne rewşenbîr û rojnamevanî rêzgirt bûye, di heman demê de li Kurdistanê ji pêşengên Çapemeniya Azad jî bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mûsa Anter bi pênûsa xwe ya bihêz û gotinên xwe yên mişt heqîqet bûye dengê gelê kurd.    Daxuyaniya DBP'ê bi vî rengî ye:   "Apê Musa ne tenê rewşenbîr û rojnamegerekî qedirbilind bû, ew di heman demê de pêşengê çapemeniya azad ê Kurdistanê bû. Bi pênûsa xwe ya hêzdar, bi gotinên xwe yên heqîqetê, ew bû dengê gelê Kurd. Di heman demê ji bo parastina hebûn û xwebûna gelê Kurd di avakirina sazîyên ziman, çand û huner de pêşengî kir, gelek rojname û kovaran de li ser rewşa gelê Kurd de nivîsan nivîsand û di sîyesatê cih gîrt.   Di salên 1990'î de, dema ku li Kurdistanê polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê dihat meşandin, Apê Musa bi wêrekî rastiyên ku dewleta Tirk dixwest biveşêre ji cîhanê radigihand û heta dawiya emrê xwe dev jî şopa heqîqetê berneda. Ji ber vê yekê jî 20'ê Îlonê 1992'an de li Amedê ji aliyê kujerên dewletê ve hat qetilkirin. Armanca wan ew bû ku pênûsa Apê Musa bişkînin û dengê heqîqetê bibirin lê ew tu car negihîştin armanca xwe. Şopdarên Apê Musa, generalên wî yên biçûk, rojnamegerên çapemeniya azad ên Kurd, pênûsa wî li erdê nehiştin û hêj jî li çar perçeyên Kurdistan û cîhanê dengê heqîqeta gelê Kurd û hemû bindestan bilind dikin.   Bi vê mebestê em di şexsê Apê Musa de hemû cangoriyên xwe yên di rêya heqîqetê de jiyana xwe dest dane bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Wek DBP em ê her tim xwedî li têkoşina ragihandina heqîqetê derbikevin û dengê rastiyê li hemû qadan bidin bihîstin."   DEM PARTÎ: APÊ MÛSA NEFEREK E   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek belav kir. DEM Partiyê got: "Em zanayê Çapemeniya Azad û dengê heqîqetê Apê Mûsa, di salvegera qetilkirina wî de bi rêzgirî, hezkirin û minêkarî bibîr tînin. Apê Mûsa, neferek e ku bi pênûsa xwe, neferek e ku rêya biratiya gelan, aştî û azadiyê ronî dike. Îro bi hezaran kedkarên çapemeniyê bi dirûşmeya 'Rastî di tariyê de namînin' kevneşopiya çapemeniya azad zindî dikin û rêya heqîqetê dişopînin. Ev encama mîrateya hêja ya AP'ê Mûsa û peywrewên wî ye. Em ê ruhê têkoşînê yê Apê Mûsa bidomînin û em ê di rêya azadî û demokrasiyê de, di rêya lêgerên heqîqetê de têkoşîna xwe ya bibiryardar bidomînin."