Îtîraza ji bo Leyla Guven hat redkirin 2018-07-05 13:04:58 AMED – Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku bû parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê bê berdan serî li dadgehek bilindtir dabûn. Serlêdana parêzeran hat redkirin.    Parêzerên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku li Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê bê berdan serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dabûn û dadgehê biryara berdanê dabû. Li ser vê yekê Serdozgeriya Amedê îtîrazî berdana Guven da û 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdanê red kir.    BERDANA GUVEN RED KIRIN    Parêzera Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr li ser vê biryara dewama girtina Guven, di 3 tîrmehê de serî li dadgehek bilind da û îtîrazî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir.    Dadgehê îtîrazê nirxand û bi piraniya dengan îdia kir ku dewama girtina Guven ne li dijî rêbaz û qanûnan e û îtîraza ji bo berdana wê hat kirin red kir.    Li ser vê biryara redkirina berdana Guven dê parêzer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.