Li Denîzliyê ciwanek astengdarê zîhnî winda bû 2018-07-05 10:43:05   DENÎZLÎ – Li navçeya Tavasê ya Denîzliyê ciwanê bi navê Onur Ç. yê astengdarê zîhnî ku duh bi şev ji malê derket winda bû.    Li taxa Çagirgan a navçeya Tavas a Denîzliyê duh bi şev Onur Ç. ê 23 salî ku astengdarê zîhnî ji malê derket û venegeriya malê. Piştî ku malbatê agahî ji zarokê xwe negirt li cendermeyan geriya û agahî dan. Ekîbên cendermeyan û AFAD’ê li herêmê dest bi lêgerîna dîtina Onur Ç. kirin. Heta niha jî hêj agahî jê nehatiye girtin.