Encamên teqez ên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin 2018-07-05 10:31:03   ENQERE – YSK’ê encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê ya Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Serdema 27’emîn a Parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de weşand.    YSK’ê encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê ya Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Serdema 27’emîn a Parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de weşand. Li gorî biryara hejmara 952’an li hundirê welat ji 56 milyon, 322 hezar û 632 dengdêran 49 milyon 671 hezar û 344 kesan deng dan. 48 milyon 562 hezar û 84 deng derbas bûn. Milyonek 109 hezar û 260 deng jî ne derbasdar hatin jimartin. Bi beşdariya ji sedî 88.19 hilbijartinê pêk hatiye.    Li gorî encamên hatin aşkerkirin; Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li hundirê welat 25 milyon 436 hezar û 238 deng, li derveyî welat 807 hezar 974, li deriyên gumrukê 86 hezar 611 deng sitendiye. Erdogan bi giştî 26 milyon 330 hezar û 823 deng sitend û ji sedî 52.59 bû Serokomar.    Namzetên din Muharrem Înce li hundirê welat 14 milyon 951 hezar û 788 deng, li derveyî welat 328 hezar 934 deng, li deriyên gumrikê 59 hezar û 599 deng girt û bi giştî 15 milyon û 340 hezar û 321 deng girt û rêjeya wî gihîşt ji sedî 30.64.   Namzetê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî li hundirê welat 4 milyon 39 hezar û 390 deng, li derveyî welat 157 hezar 111 deng, li deriyên gumrikê 9 hezar û 293 deng û bi giştî 4 milyon 205 hezar û 794 girt û rêjeya xwe gihand ji sedî 8.40’an.    Di hilbijartina parlamenteriyê de jî ji 59 milyon 367 hezar û 469 hilbijêrên qeydkirî 51 milyon 189 hezar û 444 dengdêr çûn ser sindoqan. Ji dengan 50 milyon û 137 hezar û 175 deng derbasdar û milyonek û 52 hezar û 269 deng ne derbasdar hatin jimartin. Li hundirê welat ji sedî 88.18 beşdarî çêbû û li derveyî welat û deriyên gumrikê ji sedî 50.09 beşdariya hilbijartinê pêk hat.    Li gorî van encaman AKP’ê bi giştî 21 milyon û 338 hezar û 693 (ji sedî 42.56) bi dengan 295 parlamenter, CHP 11 milyon û 354  hezar û 190 (ji sedî 22.65) bi dengan 146 parlamenter, MHP 5 milyon û 565 hezar û 331 (ji sedî 11.10) bi dengan 49 parlamenter, HDP 5 milyon û 867 hezar û 302 (ji sedî 11.70) bi dengan 67 parlamenter û Partiya ÎYÎ jî 4 milyon û 993 hezar û 479 (ji sedî 9.96) bi dengan 43 parlamenter bi dest xist.