Bi nebatên Dersimê kozmetîka xwezayî hildiberîn e 2018-07-05 10:01:25   DERSIM – Endezyara kîmyayê Semra Yeşîl a li Dersimê dijî dest bi hilberîna kozmetîkê ya ji nebatên xwezayî pêk tê kir. Yeşîl diyar kir ku herî zêde jin ji ruhê xwezayê fêm dikin û girêdana wan a bi nebatan re hilberînê derdixe holê.    Semra Yeşîl li Dersimê çêbû û mezin bû. Yeşîl piştî Beşa Endezyariya Kîmyayê ya Zanîngeha Stenbolê xelas kir, vegeriya Dersimê û bi karê dike balê dikişîne ser xwe. Ji nebatên xwezayî hilberîna kozmetîkê pêk tîne. 6 sal berê dest bi vî karî kir û ewil çandiniya nebatên aîdî herêmê kir. Ji nebatan hilberînên mîna sabun, rûn û krem hilberand. Yeşîl van hilberînan bi navê “Hilberînên xwezayî yên Jil” difiroşe.    Peyva “Jil” di zaravayê zazakî yê kurdî de tê wateya ji axê aj dide.    EWIL JI BO XWE LÊKOLÎN DIKE    Yeşîl da zanîn ku piştî ew mezûn bû li cihên cuda xebitî û li ser vî karê birêve dibe hin lêkolînan kiriye û got: “Li dijî hilberînên kozmetîk ên kîmyayî alerjiya min hebû. Ewil min ji bo xwe dest bi hewldanek xwe kir. Piştî re fikra ku ez ê vî karî bînim rewşa markayê hat bîra min û min wisa li pêş xist.”    ‘ JIN Û XWEZA JI HEV FÊM DIKIN’     Yeşîl destnîşan kir ku ji gelek bajaran li hember hilberînên wê yên xwezayî eleqeyek mezin heye û wiha got: “Ez hem hildiberînim û hem jî difiroşim. Ji aliyê jinan ve ev karê min gelek tê ecibandin û eleqe nîşan didine. Ez jî fikrek kozmetîka xwezayî ya aîdî Dersimê dixwazim li pêş bixim. Ez dixwazim vî karî bi jinên di nav xwezayî de ne bikim. Ez nebatan hindik nas dikim. Lê jinên li gundan dijîn nebatan ji min baştir nas dikin. Herî zêde jin ji ruhê xwezayê fêm dikin. Girêdana jinan a bi xwezayî re hilberînê derdixe holê.”   MA / Semra Turan