ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-18 09:00:15 * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê dirêjkirina OHAL’ê rexne kirin û diyar kirin ku bi dirêjkirina OHAL'ê nayê qebûlkirin û fikarên wan zêde dibi   * Malbata El Hesen ê ji Reqayê, niha li gundê Serêkaniyê tevlî jiyana komîn a gundan bû. Mahmûd El Hesen, diyar kir ku dema ew ji bin zilma DAIŞ’ê ya 3 salan rizgar bûn pir kêfxweşbûn, lê dîsa ew ditirsa li pêşiya wan çi heye li wan peyda bûye û got: “Lê ev salek zêdetir e bi kurdan re di çandiniya pembuyê de dixebite û ligel zahmetiyan jî ew pir kêfxweş in.”   * Du jinên binavê Sevgî Yilmaz  û Saadet Kaya, li dijî têgîna “Jin nikarin bikin” , “Xwarinpêja Sevgî Saadet” vekirin û bi tehmxweşiya destên xwe hewl didin fast Foodlarên li bajêr ji holê rabikin.   * Welatiyê bi navê Yaşa Şavaş li Palamutbukuyê dijî, kevirên li 52 pêravê cuda yên behrê kom dike û vediguherîne berhemên hunerî.   * Hunermend Suavî, diyar kir ku heke jiyana li Amedê veguhere jiyaneke asayî, ew tê wateya asayîbûna jiyana Tirkiyeyê û wiha got: “Êdî Sûra Tahîr tune ye. Raçîng û bêhna Amedê tê xerakirin.” Suavî, dest nîşan kir ku di navbera civak û hunerê de veqetîneke cidî heye û wiha got: “Pira di navberê de hatiye dînamîtkirin. Huner saziyeke ku îtiraz dike. Ne saziyeke ku destê xwe têxe destê serdestan û bigere.”    * Berdevkê EGEÇEP’ê Alî Osman Karababa guherandinên qanûna torbeyî ku li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hevdîtinê wê didomin nirxandin. Karababa got ku bi vî awayî desteserkirina çavkaniyên debarê yê gundiyan tê xwestin.    * Li Wanê bi destpêka sermayê re li Sûka Sobevanan, sobeyan li ber dikanan û dezgehên dikanan cihê xwe girt. Esnafên Sûkê diyar kir ku bihabûna dolaran li ser karê wan bandorek neyînî dike û ew roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.    * Li Kana Komirê ya Hejmara 1’emîn ya Şirnexê duh hezan pêk hat û 7 karkeran jiyana xwe ji dest da û 1 karkerek giranî birîndar bû. Wezîrê Enerjî û Walîtiyê daxuyanî dan gotin: “Kana komirê ya qeza lê çêbûye di sala 2013’an de xebatên wê hatiye rawestandin.” Hat zanîn ku di heman kana komirê de piştî 2013’an 3 hezan pêk hatine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.    * Rûniştina doza Hevseroka berê yê DBP'a Antalya Ebru Şahîn jî di navde 18 jê girtî 20 siyasetmedarên kurd dê li 10'emîn dadgeha Cezayên Giran a Antalya bê dîtin. (10.30)   * Rûniştina doza kujerê Kader Ozdemir Halit Çançin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. (11.00)   * Pêşnûmaya Zagona Xizmenên Nifûsê dê li meclîsê bên niqaşkirin.