Rojnameger Guneş dê di 7'ê Tebaxê de derkeve dadgehê 2018-07-05 09:10:46   ŞIRNEX – Îdîanameya Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Berzan Guneş ku ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin, temam bû. Guneş dê di 7'ê Tebaxê de derkeve pêşberî dadger.    Serdozgerê Komarê yê Îdirê îdîanameya Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Berzan Guneş ê di 11'ê Hezîranê de dema nûçe dişopand hat girtin temam kir. Guneş ê di 11'ê Hezîranê de dema nûçe dişopand li nokteya kontrolê ya Polîsan a Şirnexê hatibû binçavkirin û hat girtin, dê di 7'ê Tebaxê de derekve pêşberî dadger. Piştî serdozger bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" îdîaname der barê Berzan Guneş de amade kir, Dadgeha Cezayên Giran a Îdirê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Guneş ku di 11'ê Hezîranê de hat girtin niha li girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê girtin.