Çûyîna zozanan ji çûyîna welatekî zehmetir e 2018-07-05 09:08:00   COLEMÊRG - Li Colemêrgê yek ji zozanên ku neqedexekirî Berçelan e, lê belê dîsa jî bêyî destûr kes nikare biçe zozana Berçelanê. Kesên diçin zozanê tim bi SÎHA'yan tên şopandin. Gundiyan got: "Dema em diçin zozana xwe, wekî ku em ji welatekî biçin welatekî din."    Li Colemêrg û navçeyên wê bi hinceta "ewlehiyê" gelek herêm hatine qedexekirin. Her wiha hin herêmên ku nehatine qedexekirin jî gundî bêyî destûr nikarin biçin hin zozanan. Yek ji van zozanên ku neqedexekirî ne jî Zozana Berçelanê û Zozana Zoma Hecî Şefîk e.    'WEKÎ KU EM BIÇIN WELATEKÎ DIN'    Naîf Kanat çûyîna zozanan şiband çûyîna bi pasaport û diyar kir ku dema ew diçin zozanan bi SÎHA'yan tên şopandin. Kanat got: "5-6 meh e em diçin zozanan. Hewa vira xweş e, lê belê şert û mercên wê yên din zehmet in. Lê belê wekî ku em diçin welatekî din, dema belge di dest me de tune be em nikarin biçin. Li noqteyên sînor tenê pasaport têr dike, lê li vira rewş cuda ye. Divê hem nasname hebe hem jî belgeya taybet a destûrê. Dema ev tune bin em nikarin biçin zozanan."    'ŞIVAN ÊVARÎ NIKARIN AGIR VÊXIN'    Kanat, destnîşan kir ku dema belgeya destûrê li cem wan tune be nikarin biçin û got: "Divê hûn vê daxwaznameyê li walîltiyê dagirin, li emniyetê bê mohrkirin û dema hûn bên divê li ser we be. An jê hûn nikarin biçin. Her sal ev zozan şahî bûn. Berçelan bêhan Colemêrgê ye. Lê mixabin ev du sal in 4 kes nikarin di vê rêyê de derbas bibin. Hûn li tevahiya herêmê nikarin deh mirovan bibînin. Hema bêje herêm ji mirovan hat xalîkirin. Êvarî em nikarin ji qada zozanê derkevin. Li vira jiyana girtîgeheke nîvvekirî heye. Li ser serê me tim amûrên hewayê digerin."    'TU DIBÊ QEY EM DERBASÎ DEWLETEKE DIN DIBIN'    Hayrettîn Karataş ku şivantiyê dike got: "Li van deran dema mirov şivan be xweş e. Deştên mezin hene, giya zêde ye û av hênik e. Dema serokomar hatibû Colemêrgê gotibû ew dawî li qedexekirina zozanan bînin. Ev ne rast e. Bêyî belge mirov nikare were van deran. Dema mirov tê vir wekî ku diçe Îran an jî Sûriyeyê. Bêyî pasaport me bernadin."    Şivan Tayyîp Şahîn jî got: "Berê şivantî rihet bû. Lê niha biroj eger belgeya destûrê tune be, em êvarî ji tirsan nikarin biçinc ihekî. Dev ji zozanan berdin, navenda bajêr ji ber Rewşa Awarte veguheriya herêma tampon. Ji bo em rihet bikin em ji herêma Berwarê hatin, lê rihetî tune ye. Em tim diqilqil in. Bi navê aramiyê tiştek tune ye. Rayedarên hikûmetê timd ibêjin em ê sewalvaniyê destek bikin. Lê mixabint iştekî wisa tune ye. Her diçe sewalvanî kêm dibe."    ‘ZOZAN XWEŞ IN, LÊ ARAMÎ TUNE YE'    Bêrîvan Bînnaz Kanat jî, anî ziman ku li zozanan tahbê dibînin lê belê tu rihetî û aramît une ye, çimkî endîşeyên wan hene. Kumrî Alpsar jî, anî ziman ku gelek gundî hatine girtin û her diçe jiyana wan zehmtir dibe û got: "Em ji gundê Şumûnîsê yê Berwarê hatin vira. Em bis ewalvaniyê debara xwe dikin. Em bi tiştên ku li vira bi dest dixin debara xwe dikin û zarokên xwe didin xwendin. Lê mixabin Serkomar Erdogan destûra me nade. Zozan hemû qedexe ne. Li zozanên ne qedexekirî jî em nikarin bi rihetî tev bigerin. Li her derî jiyan zehmet kirine."    Bîlal Alpsar jî anî ziman ku ji ber qedexeyan êdî bazirgan jî nayên û got: "Berê van çaxan li van deran şahiyên qusandinê çêdibûn. Bazirgan ji Sêrt, Êlih û Şirnexê dihatin û hirî dikirîn. Bi pereyên van hiriyan ciwan dihatin zewicandin, mal dihatin raxistin. Lê mixabin niha ji ber qedexeyan ne bazirgan tên ne jî şahî tên kirin. Ji ber vê niha dema em pezên xwe diqusînin em hiriyê dixin kîsan û wekî ku çop be datînin qeraxên rêyan. Ev jî dibe sedema kêmbûna dahatê. Lê mixabin hikûmet vî tiştî ji bo me rewa dibîne."