Hêj têkildarî wesayîta 3 sal berê hatibû guleberankirin lêkolîn tune 2018-07-05 09:07:16   ERDEXAN - Li navçeya Golanê 3 sal berê leşkeran wesayîta rêwiyan guleberan kiribû û di gulebaranê de Kamber Morkoç miribû. Di lêpirsîna derbarê mirina Morkoç de, heta niha tu qewimîn rû nedane. Hat hînbûn ku 3 sal in li cihê bûyerê tu lêkolîn nehatine kirin.    Li gundê Gundik ê navçeya Golan a Erdexanê, di 12'ê Tîrmeha 2015'an de gundiyên ku ji bo biçin zozanan li wesayîtê siwar bûn, leşkeran wesayîta wan gulebaran kiribû û di gulebaranê de Kamber Morkoçê 70 salî miribû. Di lêpirsîna derbarê mirina Morkoç de heta niha tu qewimîn rû nedane.    3 SAL IN BIRYARA NEPENIYÊ HEYE    Parêzerê dosyeyê Yaşar Kaya derbarê lêpirsînê de agahî dan û got, hîn jî biryara nepeniyê ya derbarê dosyeyê de didome. Kaya, bilêv kir ku dozgeriyê derbarê 2 endamên rêxistinê yên li herêmê xwe teslîm kirine de doz vekiriye û got: "Têkildarî vê bûyerê 'wekî ku rêxistin kiribe' doz tê kirin. Lê belê dîsa jî biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê nehatiye rakirin û lêpirsîn bi dawî nebûye."    ÎFADE LI HEV DERNAYÊN    Kaya got: "Îfadeyên hêzên dewletê yên li cihê bûyerê li hev dernayên. Lê belê di dosyeyê de biryara nepeniyê wekî behane tê nîaşndan û belgeyan nadin me."    MA / Mujdat Can